Dayikên Aştiyê û TJA li Dêrikê çûn şînê

  • 16:20 23 Tebax 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Mêrdîn û Amedê û TJA, li Dêrikê çûn şîna kesên di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA),  ji bo malbatên kesên xizmên wan li Dêrikê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwestin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Mêrdîn û Amedê, TJA, Parlamentera berê ya Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çaglar Demîrel, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay û gelek jinênên ku çûn şînê sersaxî ji malbatên 21 kesên di qezaya 20'ê Tebaxê de li navçeya Dêrikê pêk hat de jiyana xwe ji dest dabûn re xwestin.  
 
'Êşa me dayikan yek e'
 
Jinan, li Şînê ji malbatan re sersaxî xwestin û dua kirin. Li ser navê dayikan Pêrihan Altug a ku axivî anî ziman ku êşa malbatan êşa wan e û got: "Êşa we êşa me ye. Êşa me dayikan yek e."
 
Piştî serdanan bername bi dawî bû.