'Sadet Firat bi kijan sedeman nayê dermankirin?'

  • 14:56 23 Tebax 2022
  • Ramyarî
 
ENQERE - Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, der barê Sadet Firat a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye û nexweşa pençeşêrê ye, pêşnûmeyek pêşkeşî meclîsê kir. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Ayşe Acar Başaran pêşnûmeyek pêşkêşî Meclîsê kir û bal kişand ser rewşa Hevseroka HDP’ê ya Çewlikê Sadet Firat a nexweşa pençeşêrê ku girtî ye. 
 
Di pêşnûmeya ku hat diyar kirin Hevseroka HDP'ê ya Çewlikê Sadet Firat a ku piştî binçavkirinên 3'yê hezîrana 2022'yan hat girtin, tedawiya penceşêrê dîbine û wiha hat got: "Tê îdia kirin ku Firat li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê li qawîşa A/7'ê tê girtin, nayê dermankirin. Her wiha hat diyarkirin Sadet ku nexweşiya wê ya astimê jî heye di lingên wê de werimîn heye û nexweşa tansiyonê ye. Rewşa girtiyê ku li girtîgehê dermankirina pêwîst nayê kirin her ku diçe girantir dibe.
 
Di berdewamiya pêşnûmeyê de li ser daxwaza bersivdayîna Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag ev pirs hatin pêşkeş kirin:
 
"*Ma agahiya we heye Sadet Firat a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê li qawîşa A/7'ê tê girtin û nexweşa pençeşêrê ye mafê wê ya dermankirinê tê astengkirin?
 
*Sadet Firat a tê diyar kirin ji bilî nexweşiya wê ya pencêrê astim, tansiyon û di lingên wê de werimîn heye, bi kijan sedeman nayê dermankirin?
 
*Hûne kengê dawî li tecrîda li ser Sadet Firat û girtiyên nexweş tê pêkanîn bibin?
 
*Hûn berpirsyariya girtiyên nexweş ên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane digrin?
 
*Wezareta we li ser gihandina girtiyên nexweş ji bo dermankirina di şert û mercên mirovahî de xebatek çawa plan dike?
 
*Niha li girtîgehên Tirkiyeyê çend girtiyên nexweş hene? Rewşa çend ji van girtiyan girane?"