Ji girtiya nexweş peyam: Dixwazim di şertên mirovane de bêm dermankirin

  • 09:09 23 Tebax 2022
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL- Girtiya nexweşa pençeşêrê Sadet Firat ya li girtîgeha Bakirkoyê bi mehan bi dermanên hêsan hat dermankirin, piştî nûçeya me ew birin nexweşanê û derman kirin. Sadet Firat nameyek ji ajansa me re şand û da zanî ku li hember girtiyan dijhiqûqiyek sîstematîk heye û yekane daxwaza wê ev e ku di şertên mirovane de bê dermankirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê meşand de di nav de rêveberên Kongerya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partirtiya Demokratîk a Gelan (HDP) hebûn 36 siyasetmedar di 3’yê hezîranê de hatin binçavkirin. Ji 36 siyasetmedarî 13 kes li dozgeriyê îfadeyên wan hatin girtin û ji ber faliyetên siyasî bi hinceta têkiliya wan bi KCK’ê hene hatin sûcrakirin siyastmedar bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê kirine’ sewqî Dadgeriya Cezaya Sulh hatin kirin.
 
Tevî ne li Tekîrdagê bû hat girtin
 
8 kes piştî lêpirsîna li dadgeriyê hatin girtin. Yek ji 8 kesên hat girtin Sadet Firat ya nexweş hebû. Sadet bi nexweşiya pençeşêra qirikê re têdikoşe. Parêzerên wê ji bo Sadetê gotin: “Ji Çewlîkê hat girtin. Tu car li Tekîrdagê nameye. Tu faliyeta wê ya partiyê tune. Demekê di rêveberiya HDP’a Stenbolê de cih girtiye lê piştre ji ber nexweşiya xwe vegeriye bajarê xwe.”
 
Piştî nûçeya me birin nexweşxanê
 
Hevseroka Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) Kamîle Kandal jî ku di 11’ê hezîranê de bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat girtin, di 11’ê tebaxê de peyamek ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoy ji ajansa me re şand û pirsgirêkên girtiya nexweş Sadet Firat vegot. Kamîleyê wiha got: “Ez û Sadet Firat li heman koxuşê dimînin. Nexweşa pençeşêrê ye. Rewşa wê girane û carna pir giran dibe. Li vir xwegîhandin doktor û nexweşxanê zehmete. Ji bo derkeve revîrê jî gelek dem digire.” Kamîleyê anîbû ziman ku divê Sadet bê dermankirin. Piştî nûçeya me Sadet birin nexweşxanê û derman kirin.
 
Bi mehan dermanên hêsan danê
 
Li gorî agahiyên me ji parêzeran girtine Sadet bi mehan bi hinek dermanan dane sekinandin. Parêzeran raporên kemoterapî yên Sadetê dan îdara girtîgehê û tevî ku bi israr gotine divê bibin nexweşxanê encamek nehat girtin. Piştî nûçeya me Sadetê dibin nexweşanê û tê dermankirin. Parêzeran got êşa wê didome û divê bê tahliyekirin û baş bê dermankirin. Parêzeran destnîşan kir ku rewşa wê nebaşe û ev nirxandin kiribûn: “Sadet Firat nexweşe. Divê girtî nemîne.”
 
Birin DDB’ê
 
Parêzeran bi lêv kirin ku pêvajo pir giran dimeşe û rewşa Sadetê li girtîgehê giran bûye û wiha daxuyandin: “Di çarçoveya mafê azadî û ewlehiyê de, ji ber biryara girtina wê li dijî hiqûqê ye di 18’ê tîrmehê de serî li Dadgeha Destura bingehîn (DDB) dane.
 
Li aliyê din hefteya borî du caran Sadet birine nexweşanê û Sadet li dijî pêvajo û pergalê nerazîbûn nîşan da.  Sadetê da zanîn ku mevzuata der barê girtiyên nexweş de ne mirovahiye û got dixwaze fêr bibe ku nexweşî dîsa zêde bûye an na. Ji ber doktoran ewraqên nexweşxanê yên berê yên Sadetê xwestin, parêzeran ji bo dîsa Sadet biçe nexweşxanê wê rojên pêş de cd’yên rontgenê yên Sadetê bişîne.
 
Dijhiqûqiyek sîstematîke
 
Sadetê peyamek ji JINNEWS’ê re şand û wiha anî ziman: “Mijar ne tenê ez im. Mijar pirsgirêkên mirov pê re tên rû hevin. Mijar ev e ku girtî di alî xwegîhandina dermankirinê û sewqkirinê de pirsgirêkên mezin dijîn. Mijar ev e dijhiqûqiyek sîstematîk a li hember girtiyan tê meşandinê ye. Mirov bi hêsan tên girtin. Di asta dermankirinê de jî pirsgirêkên cidî dijîn.”
 
Sadetê dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê girtiyên nexweş demildest bên dermankirin û di şertên mirovane de bijîn.