‘Bi berxwedanê em ê girtiyan azad bikin'

  • 09:03 23 Tebax 2022
  • Rojane
Rojda Aydin  
 
ÊLIH – Ji xizma girtiyan Bêrîvan Tatli, bertek nîşanê polîtîkayên li hemberî girtiyan da û got: "Hikûmetê li dijî zilma li ser girtiyan çav û guhên xwe girtine. Divê em li hemberî zilma li girtiyan tê kirin bêdeng nemînin." 
 
Girtiyên li girtîgehên herêm û Tirkiyeyê bi zilm û zextan re rûbirû ne. Malbatên girtiyan, sazî û dezgehên sivîl ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyan her roj bangewaziyan dikin. Her wiha çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Stenbol, Amed, Îzmîr û Wanê ligel her cureyên astengiyan bênavber didomin. Ji xizma gitiyan  Bêrîvan Tatli, der barê polîtîkayên taybet ên li hemberî girtiyan tê meşandin de nêrînên xwe ji ajansa me re anî ziman.
 
'Xwîşka min birîndar bû dema hat girtin' 
 
Bêrîvanê, da zanîn ku xwîşka wê Gulgeş Tatli jî ev nêzî saleke di girtîgehê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwîşka min di nava salekê de çar caran sirgûnê girtîgehên cuda hat kirin. Xwîşka min li Colemêrgê bi birîndarî hat girtin. Nêzî 15 rojan di nexweşxaneya Colemêrgê de ma. Lê tedawiyek baş lê nehat kirin. Piştre xwîşka min birin TEM'ê li wê dere û 6 rojan di binçavan de ma. Destûrê nedan ku parêzerê wê jî bi pê re hevdîtinê bike. Malbat jî nekarî hevdîtinê bike. Me herî dawiyê li ber deriye edliyê ew dît. Lê dema ku me ew dît rewşa wê ne başbû. Zêde guh nedabûn birînên wê. Nêzî deqeyek me hevdu dît. Polîsan poşmaniyê lê ferz kiribûn. Lê belê wê qebûl nekiribû. Polîsan digot ‘ger te poşmaniyê qebûl bikira me yê te berdaya’. Nêzî mehek di girtîgeha Colemêrgê de ma û piştre wê ji wir sirgûnê girtîgeha Wanê kirin. Ji wir jî sirgûnê girtîgeha Êlihê hat kirin."
 
'Li girtîgehê bi zilmê re rûbirû ma'
 
Bêrîvan, da zanîn ku li Girtîgeha Êlihêyê jî bi zilmeke mezin re rûbrû ma û wiha bi lêv kir: "Nikaribû li me bigere û dema em diçûn hevdîtinê nîşanê me nedan. Li wir jî nêzî mehek ma û piştre sirgûnê girtîgeha Bûnyanê ya Kayseriyê. Ji ber ku di dema li Êlihê cezayê disîplinê girtibû me nekarî li Bûnyanê hevdîtinê pêre bikin. Me du mehan wê nedît. Me nekarî name û wêne jê re bişînin. Ji me re hat ragihandin ku piştî cezayê 13 rojan a hucreya yekesî de dê 15 rojê din jî bimîne. Mirovek birîndar bû û ev qas ceza lê birîn. 86 sal ceza li xwîşka min birîn. Dosya hêj jî li Dadgeha Bilind e. Dema ew ceza bê erêkirin dê wê bibin hûcreyê. Xwîşka min 30 salî ye û dê çawa 86 salan di girtîgehê de bimîne.”
 
‘Li hemberî girtiyan polîtîkayeke taybet tê meşandin' 
 
Bêrîvan piştî behsa xwişka xwe kir bal kişand ser rewşa hemû girtîgehan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji bo girtî dev ji dozê berdin îro ev zilm li ser wan tê meşandin û her wiha poşmanî li wan tê ferzkirin. Mirovekî ku dema ew qas kedekê bide dê çawa poşman be. Îktîdar naxwaze ku girtî mafê xwe bipirse.  Girtî ji aliyê rêvebiriyên girtîgehê ve rastî zextan tên. Îro ne tenê xwişka min gelek girtiyên nexweş hene. Bi sedan girtiyên nexweş nayên dermankirin. Îro polîtîqayeke taybet li hember girtiyan tê meşandin.”
 
Li girtîgehan mirinên bi guman 
 
Bêrîvanê, di axaftina xwe de wiha behsa girtiyên ku li girtîgehan bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest didin: "Gelek girtî di nava çar dîwaran de bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dan. Îktîdar dibêje ez îşkence û zilmê bikim jî hemû tişt di destên min de ye. Armanca hikûmetê ew e ku kurdan tune bike. Hikûmet tişta ku dibêje îro li ser girtîgehan dimeşîne. Hikûmet girtiyan bi mirinê re rû bi rû hîştiye. Îro îşkenceyek mezin li ser girtiyan tê kirin. Îşkenceya herî mezin jî di aliyê derûniyê de ye."
 
‘Roj ew roje ku em deng bidin dengê girtiyan’
 
Bêrîvaniyê, da zanîn ku divê li hemberî pêkutiyên li girtîgehan helwestek bê nîşandan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger ku em nebin yek em ê herin yek bi yek. Ji ber vê yekê jî beriya ku dereng be bila hemû kes ji bo girtiyan dengê xwe bilind bike. Gelek cenaze ji girtîgehan derdikevin. Pêwîste em pêşiya vê tiştî bigirin. Hikûmetê li dijî zilma li ser girtiyan çav û guhên xwe girtiye. Em bi berxwedanê dawî li vê zilmê bînin. Girtiyên me tu tiştî nekirine. Ji ber vê yekê jî em bi berxwedan û têkoşînê girtiyan bigihînin azadiya wan. Kujerên Roboskî û Pîrsûsê nehatin darizandin lê yên ku demokrasiyê dixwazin tên darizandin. Wîcdana me vê tiştê qebûl nakin. Divê em em bêdeng nemînin ku zilma li ser girtîgehan bi dawî be. Roj ew roje ku jin û ciwan hemû rabin ser piyan û deng bidin dengê girtiyan.”