Li Şirnexê bangewaziya ji bo mîtînga 1’ê Îlonê

  • 15:34 22 Tebax 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Silopiyê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, dê li qada Newrozê ya Silopî bi dirûşma "Şer mirin e, aştî jiyan e" mîtîngê li dar bixe û banga tevlibûnê kir.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Silopiyê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, dê li qada Newrozê ya Silopî mîtîngê li dar bixe. Ji bo tevlîbûnê bang hat kirin. Hevseroka HDP'a Şirnexê Sabuha Akdag, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Silopiyayê Asûman Kulter, axaftinek kurt kir û destnîşan kir ku hemû gel li dijî şer û parastina aştiyê dê biherikin qadan û got: “Bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşma 'Şer mirin e, aştî jiyan e', bi beşdarbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar wê mîtingek bê lidarxistin. Dê di 1’ê Îlonê saet 7’ê êvarê li qada Newrozê ya Silopî em ê bicivin hemû Gelê xwe yê aştîxwaz vedixwînin mîtînga xwe ya aştiyê.”
 
Daxuyanî, bi dirûşma “Em şer naxwazin” bi dawî bû.