Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar berdewam dike

  • 11:57 21 Tebax 2022
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeta xwe ya Edaletê di roja 531’emîn de bênavber didomîne, têkildarî qezayên ku duh li Dîlok û Mêrdînê pêk hatin peyama sersaxiyê weşand. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 531’emîn de berdewam dike. Malbat ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye çalakiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal têkildarî qezayên ku duh li Dîlok û navçeya Dêrîka Mêrdînê pêk hatin ev peyam weşand: “Ji welatiyên me yên duh di qezayên li Dîlok û Mêrdînê pêk hatin de jiyana xwe ji dest dan re ji Xudê rehmet, ji malbatên wan û hemû gelê me re sebir dixwazim. Cengîz Holdîng?”