Hejmara kesên li Dêrkê di qezayê de jiyana xwe ji dest dan zêde bû

  • 10:57 21 Tebax 2022
  • Rojane
MÊRDÎN /DÎLOK - Di qezaya trafîkê ku li Dêrikê pêk hat de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 20'î û navê 17 kesan jî eşkere bû.  Di qezaya li Dîlokê pêk hat de jî 16 kesî jiyana xwe ji dest dan.
 
Li herêma Uçyol a navçeya Dêrikê TIR’a aydê Fabrîkaya Etî Bakir a Cengîz Holdîngê dema barê xwe dibir qeza kir û welatî ji bo alîkariyê li dor cihê bûyerê kom bûn. Di dema welatî alîkarî dikirin de TIR’eke din ket nav qelebalixê û di qezaya derketî de heya niha 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tedawiya 7 jê giran, 26 kesan li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê, Nexweşxaneyên Qoser û Dêrikê didomin.  
 
2 kes hatin binçavkirin
 
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ragihand ku 20 kesan jiyana xwe ji dest dane. Wezîr her wiha anî ziman ku 2 jovan jî hatine girtin.
 
Lêpirsîn hat destpêkirin
 
Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Dêrik Cumhuriyet Başsavciliği der barê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.
 
Şahidên bûyerê: Ewlehî nehat girtin
 
Şahidên bûyerê, diyar kirin ku piştî qezaya ewil li herêmê tu tedbîr nehatine girtin, wesayîtên barhilgir ên Holdînga Cengîz tevî tonên xwe yên giran bi lez diçûn û wesayît nehatine temîrkirin.
 
Cenazayên kesên jiyana xwe ji dest dan piştî kirariyên otopsiye teslîmî malbatên wan hatin kirin. Navên 17 kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dan û nasnameyên wan hatin tespîtkirin wiha ne: “Şervan Tanrisever, Mîhrîban Tanrisever, Kemal Dag, Necla Arda, Maşallah Baglayan, Mulkiye Acar, Îsa Ayebe, Hamît Akkoyûn, Înan Berk, Sîttî Abûl, Hatîp Denk, Ahmet Akdag, Mehmet Ekîncî, Bawer Babûr, Îrfan Aktaş, parêzer Baran Açan, polis Yahya Ergun.”
 
'Gelek îhmal heye'
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay ku li pêş Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrîkê axivî, bal kişand ser îhmalên hatine kirin û wiha got: “Sersaxiyê ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazim. Em vê dizanin hem li nexweşxaneya Mêrdîn hem jî ya Qoserê hejmara birîndaran zêde ye. Ev felaketeke, gelek îhmal hene. Cadeyeke ku demekî dirêje kirine yek şerîd û TIR jî tê de derbas dibin heye. Ji ber frena TIR’a ewil diteqe qeza pêk tê. Mirov diçin wir bergirî nayên girtin û piştî nîv saetê TIR’a duyemîn tê û dikeve nav qelebalixê û dibe sedemê facîayekê. Em vê dizanin. TIR, TIR’ên Cengîz Holdîngê ne. Her kes dizane ku kontrolên barê wan û tamîrên wan nayên kirin dibin sedemê mirinan. Bawer im barê TIR’ekê gubre ye. Barê ku belavbûyî bûye sedemê qezayeke din. Em bi malbatan re li bende de ku dozger werin otopsiyê bikin. Nexweşxaneya Dêrîkê jî nexwedî bingeheke ku bibe alîkarê kesên qeza derbas kirine. Ji xwe niha birîndar sewqî nexweşxaneyên din hatine kirin.”
 
Dîlok
 
Li aliyê din duh li navçeya Nîzîp a Dîlokê di encama qezaya ku saet derdora 11.00’an de pêk hat û wesayit ji kontrolê derket de qezayek pêk hat. Di dema ku ekîbên tendirustiyê li cihê qezayê dixebitîn. Otobûsa aîldê fîrmaya Ozel Diyarbakirê  Otobusa ku ekîba xilaskirinê dixebitî bi 200 metre dûrî cihê qezayê qulipî û li Ambulans û ekîbên din ên li wêderê qelibî. Di Kazaya pêk hat de 16 kesî jiyana xwe ji dest dan, 22 kes birîndar bûn.