ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2022'YAN

  • 09:00 21 Tebax 2022
  • Rojev
 
* Taştêya navdar a Wanê jî ji qeyrana aborî bi bandor bû. Tugba Parspanci da zanîn ku ji ber bihayên zêde nikarin berhem bigirin. BI DÎMEN 
 
* Malbatên ku 10 meh in ji bo girtiyên nexweş û înfaza wan hatine şewitandin bên berdan di "Nobeta Edeletê" de ne, diyar kirin ku di hevdîtinên li Enqereyê de partiyên muxalîf soz dane wan ku wê bihestiyar tevbigerin lê tevî evqas dem derbas bûye tiştek nekirine.  BI DÎMEN
 
* Parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît êrişên Tirkiyeyê yên li hember Rojava nirxand û got: “Muxalefet û hêzên navnetewî dema mijar dibin kurd bi hev re tevdigerin û bêdeng dimînin. Erdogan şerê ku koltixa xwe biparêze dide. Hemû kesên li dijî vî şerî bêdengin ji her winda û êşê berpirse.”
 
*Desthilatdarî ji bo krîz û kaosan veşêre serî li rêbazên balkêş dide. Armanc ne tenê zîhnan bi rêve bibin di heman demê de dixwazin di bin kontrolê de bigirin. Zîhna mirovan di bi kontrolê de digire rê li ber civakek bê bertek vedike, mirov ji rastiyan dur tên xistin û berê xwe didin aliyekî din. Qada herî baş ya rê dide ber van qada dîtbarî ye. Reklamvanî û faliyetên weşanê. MEDYA KRÎTÎK