Li Şengal û gundewarên wê rêzesemînerên TAJÊ
- 13:58 20 Tebax 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengtiya TAJÊ, li Şengal û gundewarên wê ji bo balê bikişînin ser tecrîdê rêze semîner tên lidarxistin.
Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê tecrîd û rewşa Rêberê PKK'ê û têkoşîna jiyana azad a jinan de li gundewarên Şengalê rêze semîneran organîze dikin.
Li gundê Guhbel, Sinûnê û Xanasorê bi tevlibûna bi dehan jinan û endamên TAJÊ’ê semîn hatin lidarxistin. Jinan di semîneran de bal kişandin ser têkoşîn û berxwedana Abdullah Ocalan û li ser rê û rêbazên xwe parastinê rawestiyan.
Her wiha di semînerê de derbarê Abdullah Ocalan de sînevîzyonek hat temaşekirin.
Her wiha TAJÊ’ê li navenda bajarê Şengalê jî heman semîner organîze kir.