Xizmên Windayan li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn

  • 12:31 20 Tebax 2022
  • Rojane
AMED -  Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan di çalakiya xwe ya hefteya 706’emîn de li Amedê aqûbe Abdurrahîm Demîr ê ku 27 sal berê li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê ku hat windakirin, pirsîn.
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û xizmên windayan di heftaye 706’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizanidn” li ber Biryardariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû li dar xist. Di çalakiyên de wêneyên windakiriyan hatin rakirin. Her wiha, Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-Der) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Xizmên wan Hatine Windakirin (MEBYA-DER) jî piştgirî dan.  
 
Xizmên windayan vê hefteyê di 17’ê Tebaxa 1995’an de Abdurrahîm Demîr ê ku hat windakirin, aqûta wê pirsîn.
 
Beriya daxuyaniyê Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn, mafê axaftinê wergirt û got: “Ji bo sûcên li dijî mirovahiyê yên di demên tarî de bên eşkerekirin, ji bo berpirsyariya van sûcan ji dewletê bipirsin û edaletê pêk bînin çalakiyên xwe didomînin. Dayik bi sala ne bi xizmên xwe û parêzvanên mafên xwe re edaletê tînin ziman. Em dizanin ku ev pêşandan tenê bi yek an du kesan nayê kirin. Em dixwazin dewlet erkên xwe yên li gorî hiqûqa navneteweyî pêk bîne.”
 
‘Di hefteyekê de 3 girtî jiyana xwe ji dest da’
 
Abdullah, bi bîr xist ku di hefteya dawî de herî kêm 3 girtiyan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane û wiha domand: “Girtiyên nexweşên giran ku bi temamî di bin metirsiya jiyanê de ne, ji ber ku ji ber pêkanîn û zagonên sîstema cezakirinê nikarin xizmetên tenduristiyê bidest bixin jiyana xwe ji dest didin. Raporên zanistî û ne rast ên ATK'ê ji ber nêzîkatiya dozgeriyê ya li ser esasê ewlehiyê ye, ji ber polîtîkayên Wezaretê mîna ku ev girtiyên nexweş tunebin jiyana xwe ji dest didin.”
 
Abdurrahîm Demîr tê binçavkirin
 
Piştre jî endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz, çîroka Abdurrahîm Demîr parve kir. Firat, anî ziman ku Abdurrahîm Demîr ê 22 salî li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê dijiya û di 17’ê tebaxa 1995’an de ji bo ku biçe li cem xizmên xwe yên Edenê derketiye rê.
 
Firat, diyar kir ku dema li ser rêya Qoser û Wêranşarê bi erebeyê rêwîtiyê dikir li kontrolê ya Cendirmeyan a Şavelatê wî ji otobûsê tînin xwarê û hatiye binçavkirin û got: “Kesên ku şahidiya binçavkirina wî kirine dibêjin ku Demîr birine Qereqola Cendirmeyan a Şavelatê. Ber bi danê êvarê ve, peywirdarekî qereqolê li mala Demîr digere û ji dayika wî re dibêje, ‘Kurê wê Abdurrahîm li Qereqola Cendirmeyan a Şavelatê te, hûn dikarin werin û bibin’. Dayika wî ya ku pîr e dibêje, ‘Kesê min tune, ez nikarim werim, kurê min xwendinê zane, berdin bila bi xwe bê.’ Dayik Kesîre Demîr a ku difikire Abdurrahîm hatiye berdan, piştî du rojan bi telefonê xizmên xwe yên li Edeneyê diğere û hîn dibe ku kurê wê neçûye Edenê.”
 
27 sal in winda ye
 
Firat, bi lêv kir ku dayik Kesîre Demîr wêneyê kurê xwe bi xwe re biriye û çûye Qereqola Bazara Navendî û rayedaran der barê kurê wê de tu agahî nedanê û jê re dibêjin here malê û wiha domand: “Xizmên Abdurrahîm piştî 4 rojan diçin Qereqola Şavelatê. Peywirdarên qereqolê dibêjin ‘me kesekî wisa negirtiye, kesekî wisa li cem me tuneye’. Malbata Abdurrahîm serî li saziyên fermî dide, lê belê bê encam dibîne. Malbata Demîr di 24’ê sibata 1997’an de serî li Komeleya Mafên Mirvan (ÎHD) didin. ÎHD ji bo aqûbeta Demîr bizanibe hemû hewldanên hiqûqî dike, lê tu encam dernakevin. Abdurrahîm Demîr ev 27 sal in winda ye. Heta niha tu agahî jê nehatiye girtin.”
 
Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştê hat lidarxistin.