Şahida Komkujiya Beybahçe Zehra: Weke roja qiyametê bû em ji bîr nakin

  • 09:01 20 Tebax 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
DÎLOK – Di 20'ê Tebaxa 2016'an de çeteyê DAIŞ'ê di nava daweta malbatek kurd de bombe bi xwe de teqandibû. Di bûyerê de 40 jê  zarok 56 kesî jiyana xwe ji dest da û ji 60 kesî zêdetir birîndar bûn. Zehra Ayhan a ku di komkujiyê de zaroka wê ya 13 salî jiyana xwe jidest da û ji malbata wê 5 kes bi birîndarî xelas bûn wiha axivî: “Me zarokên xwe xemilandibûn, porê wan şeh kir û wan bir dawetê. Bûn sebeba kuştina zarokên me. Ew roj rojekê wek qiyametê bû. Wê tim di bîra me de bimîne.” 
 
Di 20'ê Tebaxa 2016'an de çeteyê DAIŞ'ê li Taxa Beybahçe ya Şahînbey a Dîlokê di nava daweta malbatek Sêrtî de bombe bi xwe de teqandibû. Di bûyerê de 40 jê zarok bi giştî 56 kesî jiyana xwe ji dest dabû. 69 kes jî birîndar bûbûn. Di danişîna biryargirtinê ya 14'ê Adara 2019'an de, heyeta dadgehê daxwazên malbatên mexdûr red kirin û tenê ceza li bersûcên heyî birî û dosye girt. Her wiha bi heman hincetê ji bo bersûcekî jî biryara beraatê da. Di ser bûyerê re 6 sal derbas bûn, lê hê jî kesên bûn sedema qetlîamê nehatine darizandin. Parêzerê dozê Mehmet Alagoz diyar kir ku darizandineke bi rêk û pêk nehatiye kirin û ser dosyayê hatiye girtin
 
‘Qada dawetê veguherî gola xwînê’
 
Yek ji kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Zeynep Ayhan a 13 salî bû. Ji malbata Zeynepê 5 kes bi birîndarî xelas bûn. Êşa malbatê hê jî wek roja ewil e. Dayika Zeynep, Zehra Ayhan diyar kir ku ew roj ji bîra wê naçe û êş û birînek pir mezin di dilê wan de ye. Zehra, wiha behsa wê rojê kir: “Ew rojê me xwe amade kir û em çûn dawetê. Me govenda xwe gerand û şeva hinê li dar xist. Piştre saet di 10 û nîvan de ji nişka ve teqînek çêbû.  Her kesek xwe avêt cihekî. Me tiştek nekiribû em hemû bêsûc bûn lê qada dawetê veguherî gola xwînê. Ji malbata me em 5 kes birîndar bûn. Keçikek min a biçûk ya 13 salî jî di wê teqînê de jiyana xwe jidest da.”
 
‘Keçikek min jiyana xwe jidest da, ya din seqet ma’
 
Zehra, diyar kir ku keçekê wê jî seqet maye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em hemû birîndar bûn û ji bo ku baş bibin gelek caran hatin emeliyetkirin. Keçikek min jî seqet ma. Wê jî gelek caran emeliyet derbas kir lê dîsa jî çonga wê baş nebû.  Em dixwazin kujer werin darizandin û qene êşa malbatan hinek be jî were sivi kirin. Em ê heta dawiyê li pey doza xwe bin. Di teqînê de gelek zarok mirin û parçe parçe bûn. Ew dîmenên wan kêliyan ji ber çavê me naçin. Yê zarokek min jî di nigê wê de hesin heye. Hemû zarokên min bi emeliyatan tedawî dibin.”
 
‘Min nekaribû cinazeya keça xwe bibînim’
 
Zehra, wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Di ser komkujiyê re 6 sal derbas  bûn û dikev sala 7'an. Lê êşa me qet kêm nebû. Êşa me wek roja ewilî ye. Çi  heqê wan hebû ku bi dehan zarokên me kuştin. Me zarokên xwe xemilandibûn, porê wan şeh kiribû wan bir dawetê.  Lê wan zarokên me kuştin. Her zarokek min li cihekê cuda bû û li nexweşxaneyek cuda bû.  Lê keça min a ku mir min nikaribû cinazeyê wê bibînim. Zeynep hê diçû pola 5’emîn. Xwendevanek gelek serkeftî bû. Pir jêhatî bû. Gava ew roj tê bîra min tansiyona min dikeve û êşek mezin dikeve kezeba min. Ew roj rojekê wek qiyametê bû. Wê tim di bîra me de bimîne.”
 
‘Zarok hatin hedefgirtin’
 
Parêzêr Mehmet Alagoz jî derbarê dosyaya komkujiyê de axivî û destnîşan kir ku ji destpêkê heta bi  girtina dosyayê darizandinek rêkûpêk çênebû. Mehmet, wiha axivî: “Di wan salan de dihat gotin ku wê DAİS'ê li herêmê amadekariyên êrîşan bike. Bêrîya teqînê hin gotinên ku wê li Dîlokê êrîşek pêk were dihatin kirin. Lê tevî van yekan tu ewlehî û tevdîr nehat girtin. Di wê navbeerê de jî wekî ku dihat texmînkirin komkujiyek mezin pêk hat. 40 jê zarok 56 kesî jiyana xwe ji dest da û ji 60’î zêdetir kes birîndar bûn. Di nav wan kesên birîndar de windakirina perçeyên laş jî pêk hatin. Di vê komkujiyê de zarok hatin hedefgirtin. Bêrîya bûyerê hêzên dewletê ên ku tu ewlehî negirtin, piştî bûyerê jî di hêla darizandina faîlan de jî erka xwe pêk neanîn.”
 
‘Di dosyayê de îhmalkirin heye’
 
Mehmet, destnîşan kir ku delîlên bûyerê hatn reşkirin û wiha axivî: “Piştre jî ji bo dosyaya biryara veşartinê hate dayîn û nehiştin ku parezêr xwe bigihînin dosyayê. Wê demê jî dosya şandin Kayseriyê. Daraz pir bi lez tevgeriya. Şahîd nehatin guhdarkirin. Pêşiya hewildanên me yên aliye hiqûqî hate girtin. Me nerazîbûnên xwe yên ji bo îstînafê anîN ziman û ji bo pêkanîna hiqûqa navxweyî hewil da. Niha jî dosya li dadgeha bilind e. Di dosyayê de gelek kêmasî hene. Hê jî îfadeyên hemû malbatan nehatiye girtin. Em wek parêzêrên dosyayê dixwazin hiqûq were bicîhanîn. Ev komkujî di dîroka Tirkiyê de lekeyek reş e. Ji bo vê dosyayê divê hemû kes rabûna ser piyan û xwedîderketinek mezin pêk bihata.  Lê mixabin darazê ser dosyayê girt.”