ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2022'YAN

  • 09:00 20 Tebax 2022
  • Rojev
*Di 20'ê Tebaxa 2016'an de çeteyê DAIŞ'ê di nava daweta malbatek kurd de bombe bi xwe de teqandibû. Di bûyerê de 40 jê  zarok 56 kesî jiyana xwe ji dest da û ji 60 kesî zêdetir birîndar bûn. Zehra Ayhan a ku di komkujiyê de zaroka wê ya 13 salî jiyana xwe jidest da û ji malbata wê 5 kes bi birîndarî xelas bûn wiha axivî: “Me zarokên xwe xemilandibûn, porê wan şeh kir û wan bir dawetê. Bûn sebeba kuştina zarokên me. Ew roj rojekê wek qiyametê bû. Wê tim di bîra me de bimîne.” 
 
*Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk ku yek ji 308 rewşenbîrên ku îmze avêt danezana ‘nebin hevkarê vî sûcî’ wiha vegot: “Partiyên muxalîf yên li vî welatî xwe wek neynika demokrasiyê vedinasînin hun çi dikin gelo? Di 30 salên dawî de hat dîtin ku hemû pirsgirêkên vî welatî girêdayê pirsgirêka Kurd in. Ev siyaseta şer e.”
 
*Ekolojîst Derya Akyol, destnîşan kir ku qirkirina xwezayê di heman demê de qirkirinek civakî û çandî ye. Derya, got: “Divê têkoşîna ji bo parastina xwezayê bi awayekî topyekûn bê kirin. Ew têkoşîne kurevî ye û divê cudahiya herêman neyê kirin.” DÎMEN HEYE
 
*Endama rêveberiya Meclîsa Qampa Holê Cudî Azad, têkildarê mirinên di qempa DAIŞ’î lê dimînin ya Holê pêktên ji ajansa me re nirxandin kir. Cûdî diyar kir ku demek dirêje ev metirsî li Qampa Holê berdewam e û bi taybetî jî gelek jin hatin qetilkirin. Cudî destnîşan kir ku  Hêzên HSD'ê û Rêveberiya Xweser li dijî van lêpirsînê didin destpêkirin, li dijî hişmendiya DAIŞ’ê  di nava têkoşînê de ne û got, "Welatên ku ev çeteyên DAIŞ’ê  nîştecihên wanin bêdeng in. Pêwîste qamp were valekirin û her yek ji van li welatên xwe werin darezandin.” DÎMEN HEYE
 
*Bazin Eren, di sala 1989'an de tîyê xwe û di sala 2016'an de jî kurê xwe di qetîaman de winda dike. Bazinê ku di navbera wan salan de şahidiya gelek qetlîam û kuştinan kiriye her bangewaziya pêkanîna edaletê û darizandina kujeran dike. BI DÎMEN 
 
* * ÎHD û xizmên windayan  çalakiya xwe ya "Bila winda bê dîtin, kujer bên darizandin" di hefteya 706'emîn de li Amedê bidomîne. (11.00) BI DÎMEN