ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2022'YAN

  • 09:00 19 Tebax 2022
  • Rojev
 
* Seroka Şaxa TMMOB’ê ya şaxa Mêrdînê Berîvan Guneş, têkildarê veguhastina bajarvaniyê ya piştî sala 2016'an nirxand û got: "Me projeyan wek projeyên rantê dinirxand, lê belê ev proje êrişeke taybet a li hemberî erdnegariya Kurdistanê bû. Jinên ku niha li dijî wan projeyan berxwedana civakê didin divê tenê neyê hiştin." BI DÎMEN 
 
* Siyasetmedar Firyaz Berkel êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatî şermezar kir û got: "Bêdengiya heyî rê li ber êrişan vedike. Ji bo me têkane rê serkeftin e." Siyasetmedar Cîhan Derwîş jî got: "Şoreşa ku bû çirûska azadî û vejînê, dê dîsa bibe têkbirina dagirkeriyê û serfiraziya Gelê Kurd." BI DÎMEN
 
*Rojnamevan Semîre Saît, têkîldarî êrîşên Tirkiyê yên li ser Kurdistanê axivî û destnîşan kir ku hemû êrîşên Tirkiyê yên li dijî kurdan bê encam man û got: " Kurd li her parçeyên Kurdîstanê li ber xwe didin.” DÎMEN HEYE
 
*Endama Lijneya Navendî ya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê Hatîce Kiye geşedanên piştî tayînkirina qeyûman û kampanyaya îmzeyan a dane destpêkirin nirxand û da zanîn ku qeyûm li Tirkiyeyê bûye teşeyê rêvebirinê, ev ne tenê pirsgirêka HDP’ê ye ya hemû civakê ye û divê li dijî vê hes dengê xwe bilind bike.  BI DÎMEN