Girtiyê nexweşê giran Bazo Yilmaz jiyana xwe ji dest da

  • 08:42 19 Tebax 2022
  • Rojane
 
RIHA - Girtiyên nexweşê giran Bazo Yilmaz (67) kul i Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Rihayê dihat ragirtin jiyana xwe ji dest da. 
 
Girtiyên nexweşê giran Bazo Yilmaz (67) ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Rihayê dihat ragirtin jiyana xwe ji dest da. Girtîgehê duh bi şev li malbata Bazo Yilmaz geriya û agahiya mirina wî danê. Cenazeyê Bazo Yilmaz rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Rihayê. 
 
Bazo ê li ser pirsgirêkên tenduristiyê di 8'ê sibata 2021'ê de rakiribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) re rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" hatibû dayîn. Îtîraza ku têkildarî raporê li Dadgeha Destûra Bingehîn hatibû kirin jî hatibû redkirin. Bazo  ê bi nexweşiya Kronîk Obstruktîf a Kezebê (KOAH) ketibû û girêdayî cîhazê oksîjenê dijiya. 
 
Şaredarê Bajaroka Goganê yê berê û endamê Meclisa Şaredariya Xelfetiyê Bazo Yilmaz, bi îdiaya endamê Kongreya Civaka Demokratîk bûye di 12'yê Mijdara 2016'an de hatibû binçavkirin û girtin. Di sala 2018'an de jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" derbarê Yilmaz de 9 sal cezayê hefsê hate dayîn.