Li Amedê sibê li dijî qeyûman meş tê lidarxistin

  • 20:05 18 Tebax 2022
  • Rojane
 
AMED - Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê, ji bo tevlîbûna meşa ku wê sibe li Amedê bi wesîleya salvegera tayînkirina qayûman pek bê, bang gel kir.
 
Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya salvegera tayînkirina qeyûman li pêşiya Sûka Çarmar a li Kolana Lîsê ya navçeya Yenîşehîra Amedê heta Qada Dagkapiyê dê meş li dar bixe. Ji bo meşê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Kosuyolu daxuyanî da. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan tevlî daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê polîsan bi maşîneyên zirxî parqê kirin bin ablûqayê. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Cêylan kurdî, Hevserokê DBP’ê Hayrettîn Altûn jî bi tirkî axivîn. 
 
Banga ji bo meşê
 
Zeyyat, anî ziman ku sibê bi minasebeta tayînkirina qeyûman dê meşekî li dar bixin û wiha got: “Di 19’ê Tebaxê de qeyûm tayînê şaredariyên me yên Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin. Hevşaredarên me hatin girtin. Ev pêvajoya qeyûm hîn jî berdewam dike. Têkoşîna me ya li hember feraseta qeyûman heta niha çawa bi awayek xurt berdewam kiriye, dê ji vê saetê şûnde jî berdewam bike. Me tu carî zihniyeta qeyûman ser vê erdnîgariyê qebûl nekiriye û em niha jî qebûl nakin. Ji bo ku em tahrîbatên qeyûman bi gel re parve bikin ev 10 roj in li bajarên Kurdistanê xebat tên meşandin. Em biryara xwe dikin yek ku qeyûm li ser vê axê zilme û vîn şikandine û ne qebûlkirine. Ji bo ku ji pergala qeyûman re bêjin na, em hemû gelê xwe yê Amedê di saet 17.30’an de vedixwînin li pêşiya Sûka Çarmar a li Kolana Lîseyê.”
 
Piştî daxuniyê heyet, bi tililî û çepikan esnafên ku li Parqa Koşûyolu ne ziyaret kirin. Ji ber tililî û  çepikan polîsan destur neda HDP’yiyan û kirin amlûqayê. Piştî axaftinên hatin kirin heyet carekedin serdanên xwe domand. Di serdana esnafan de bang gel hat kirin ku tevlî meşa sibê bibin. Heyet ji vir heta avahiya HDP’ê ya ku li Semta Ofîsê ye meşiyan.