Polîsan pankarta komkujiya Şirnexê desteser kirin!
- 15:53 18 Tebax 2022
- Rojane
ŞIRNEX - Polîsan pankarta komkujiya Şirnexê ku di encamê de 55 kes hatibûn qetîlkirin, desteser kir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya bajarê Şirnexê, biboneya salvegera 30’emîn salvegera komkujiya Şirnexê ku di encamê de 55 kes hatibûn qetîlkirin, bi avahiya xwe ve pankart daliqand.
Pankarta ku li ser “ Em komkujiya Şirnexê ya 92’an ji bîr nakin” û navên kesên ku di komkujiyê de hatibûn qetîlkirin li ser dinivisand ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin.
Her wiha polîsan Hevserokê HDP'ê yê Navenda Bajarê Şirnexê Kamûran Demîr û kesek ku navê wî nehat zanîn ji bo îfade girtinê birin dozgeriyê. Polîsan hê jî li ber avahiya HDP’ê sekinandî ne.
.