Malbatên girtiyan li wanê bi daxwaza edaletê hatin gel hev

  • 14:56 18 Tebax 2022
  • Rojane
 
WAN - Xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin careke din li ber edliyê hatin gel hev û daxwaza xwe ya "Edaletê" dubare kirin.
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan tê şewitandin bên berdan, li Wanê dane destpêkirin, didome. Malbatên girtiyan ên li pêş Edliyeya Wanê hatin gel hev, careke din bang kirin ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin bên bidawîkirin û girtiyên nexweş bên berdan. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Mûazzez Orhan, endam û rêveberên Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  û HDP’a Wanê, Komeleya Pitşevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re a Wanê (TUAY-DER), parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û gelek kes li pêş edliyeyê gihiştin hev û piştgiriya nobeta malbatên girtiyan kirin. 
 
Dayika Botan Tîmûr ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin, Aslihan Tîmûr bi bîr xist ku demeke dirêj e ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bên bidawîkirin û girtiyên nexweş bên berdan di çalakiya Nobeta Edaletê de ne û diyar kir ku dixwazin binpêkirinên mafan neqewimin. Aslihan, bang li  rayagiştî kir û wiha got: “Di serî de malbatên girityan, dixwazin hemû dayik tevli nobeta edaletê bibin.”
 
Ji bo rayedaran bang
 
Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan a piştre axivî jî diyar kir ku malbatên girtiyan demeke dirêj e bang li Wezareta Dadê dikin û wiha got: “Banga malbata ya ‘edaletê’ ji wezaretê re heye. Em dizanin ku hema bêje her hefte du cenaze ji girtîgehan derdikevin. Girtîgeh bûne cihê mirin û îşkenceyê. Ji ber vê yekê em careke din bang li Wezareta Dadê dikin; daxwazên malbatan bi cih bînin.”
 
Di dema axaftina Muazzezê de polîsan, biryara qedexeyan a walitiyê weke hincet nîşan da û daxuyanî asteng kirin. Girseyê bertek nîşanî vê rewşê da û bi çepik û tilîliyan şermezar kir.