Yekitiya Jinên Ciwan: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin

  • 13:45 18 Tebax 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firat têkildarî êrişên artêşa Tirk daxuyaniyek da û diyar kir ku “Em ê li dijî her cureyên dagirkeriyê şer bikin.”
 
Têkildarî êrişên Dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Firat Rozîv Bûşrî ve hate xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: 
 
“Dewleta Tirk ji destpêka şoreşa Sûriyê ve êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û dixwaze tevahî Kurdistanê dagir bike û gelên wê ji koçber bike. Her wiha dagirkerî êrişî çiyayên azad jî dike û bi çekên kîmyewî êrişên hovane yên derveyî mirovahiyê dike, lê li hemberî îradeya gerîla tu carî nikare bi pêş de biçe.
 
Armanca Dewleta Tirk a dagirker koçberkirina gel û valakirina herêman e. Dewleta Tirk herî dawî di 16’ê Tebaxê de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran kirin. Em ê bi rêbaza şerê gel ê şoreşgerî ku rêber Apo destnîşan kiriye, li ber xwe bidin û bi şerê gel ê şoreşgerî şer bikin.”