ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN

  • 09:00 16 Tebax 2022
  • Rojev
 
*Dayika du girtiyên nexweş Meryem Îverendî, destnîşan kir ku bi her awayî îşkence li girtiyan dikin û got: "Ligel îşkenceya ku tê kirin, poşmanî li girtiyan tê ferzkirin. Ji bo em bibin dengê girtiyan û li dijî îşkenceyan derkevin divê em kurd destê hevdû bigirin û bi hev re rabin ser piyan."BI DÎMEN 
 
* Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen da zanîn ku ji 2022’yan heta niha 41 girtî jiyana xwe ji dest dane û piştî Garîbe Gezer li girtîgehan mirinên biguman zêde bûne. Nurayê da zanîn ku li girtîgehan 4 salên dawî de hemû maf tên binpêkirin. BI DÎMEN 
 
*Tayînakirina qeyûman a ji bo şaredariyên HDP’ê ket sala 3’yemîn û hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz wiha got: “Desthilatdariya rantxwir hişyarbûna jinê ji xwe re xetere dibîne. Em jinên ku pêşengên guherînê ne, di her demê de me her tişt aniye gel hev. BI DÎMEN 
 
* Parêzer Gevriye Atli, derbarê dosyaya Gulîzar Karaman a rastî êrişa Azîz Karaman hatî û ji mirinê rizgar bûyî de diyar kir ku ji ber sedema polîtîkayên bêcezahiştinê hatiye vê rewşê û got: "Di 2'yê îlonê de danîşana dozê heye û ez bang li hempîşeyên xwe dikim ku xwedî li dozê derkevin. Divê em guh bidin Gulîzarê 'min bi tenê nehêlin’. Em wê bi tenê nehelin." BI DÎMEN 
 
*1'emîn Mîhrîcana Şehîd Berçem a bi dirûşa "Huner şerê hebûba azadiyê ye" bi dawî bû. Beşdarvanên mîhrîcanê kêyfxweşiya xwe anîn ziman û gotin: "Bi mihrîcanê çand û huner tê nasin û tê parastin. Her wiha ji bo Helebê jî gavek nû bû." BI DÎMEN 
 
*Emîne Şenyaşar bênavber çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" didomîne û Emîne di çalakiya xwe de her tim banga piştevaniyê dike. Jinên Amedê jî da zanîn ku têkoşîna Emîneyê têkoşîna jinê ye û gotin: "Em ê li dijî zilm û bêadeletiyê li ber xwe bidin." BI DÎMEN