Midûra Karên Nivîsan a ajansa MA'yê hat berdan

  • 08:26 16 Tebax 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever a duh bi şev li Balafirgeha Sabîha Gokçenê hatibû binçavkirin, hat berdan. 
 
Duh bi şev Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yûrtsever a ji Amedê çû Stenbolê bi şev li Balafirgeha Sabîha Gokçen bi hinceta ku biryara girtina wê heye hat binçavkirin. Piştî Dîren îfade da polîsên qereqola balafirgehê hat berdan. Dîren îro biçe Dadgeha Çaglayana Stenbolê îfade bide dozgeriyê.