Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

  • 15:04 15 Tebax 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Zext û binçavkirinên li dijî rêveber û endamên HDP’ê îro jî berdewam kirin. Li Mêrsîn, Hatay, Edene, Îzmîr û Manîsayê bi dehan kes hatin binçavkirin. 
 
Ji duh ve li gelek bajaran bi dehan endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin binçavkirin. Di vê çarçoveyê de li Wan, Mêrsîn, Hatay, Edene û Îzmîrê bi ser gelek malan de hate girtin û zêdetirî 50 kes hatin binçavkirin. 
 
Mêrsîn 
 
Di saetên serê sibehê de polîsan li navçeyên Tarsus û Sîlîfkeyê yên Mêrsînê bi ser 10 malan de girtin. Di encama serdegirtinan de kesên bi navên S.A., A.S., M.O., M.R., A.M., S.A., Î.A., Y.D., N.A. û M.A. hatin binçavkirin. 2 kesên navnîşana wan nehat dîtin jî nehatin binçavkirin. 
 
Her 8 binçavkirî derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê hatin kirin. 
 
Hatay
 
Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê bi hinceta ku di Newroza sala 2015’an de dirûşm hatine berzkirin, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” lêpirsîn da destpêkirin. Li ser vê yekê, polîsan di saetên serê sibehê de li Erzîn û Îskenderûnê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtinan de endamê Meclisa Partiyê (PM) ya HDP’ê Zekî Koç, Hevserokê HDP’a Erzînê Diyadîn Sirça, Hevserokê Partiya Kesk û Pêşeroja Çep a Erzînê Îsmet Katran û endamê wan Alî Taylan, Behçet Aslan ê HDP’î û Firat Tore hatin binçavkirin. Hat zanîn ku Mehmet Oturmak li malê nebû lewma nehat binçavkirin. Ji binçavkiriyan Zekî Koç birin Midûriyeta Emniyetê ya Îskenderûnê û yên din jî birin Midûriyeta Emniyetê ya Erzînê. Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li emniyetê, binçavkirî hatin berdan. 
 
Edene 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de polîsan li navenda Edeneyê û navçeya Ceyhanê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de zarok jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 14 jê piştî kar û barên îfadegirtinê, hatin berdan û 6 kesên din jî hêjta di bin çavan de ne. 
 
Îzmîr
 
Di saetên serê sibehê de polîsan li Îzmîrê bi ser malan de girtin û di encama serdegirtinan de 9 kes hatin binçavkirin. Li Îzmîrê ji kesên hatine binçavkirin navên hatine hîn bûn ev in; “Sîbel Aktulum, Leyla Demîrkaya, Cengîz Kuçukgol Koy û Emre Yalçin”.
 
Manîsa 
 
Her wiha li Manîsayê jî serê sibê polîsan bi ser malan de girt 6 kes binçav kir.  Li Manîsayê jî ev kes hatine binçavkirin: “Dogan Alpar, Havva Sevîlen, Alî Aslan, Memduh Ektîren, Ekrem Taş û Muhammed Ezver Toplu.”