Li Wanê binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hat protestokirin

  • 14:54 15 Tebax 2022
  • Rojane
WAN - Li Wanê binçavkirinên li dijî rêveber û endamên HDP’ê hat protestokirin û wiha hat gotin: "Dê li dijî zext û binçavkirinan, têkoşîna xwe mezintir bikin." 
 
Ji duh ve li gelek bajaran bi dehan endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin binçavkirin. Di vê çarçoveyê de li Wan, Mêrsîn, Hatay, Edene û Îzmîrê bi ser gelek malan de hate girtin û zêdetirî 50 kes hatin binçavkirin. Di vê çarçoveyê Rêxistina HDP’a Wanê ji bo protestokirina binçavkirina endamên Meclisa Ciwanan Nûrûllah Pekbay, Şiyar Aktî, Ferhat Azan û Şerîf Saribulak, daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya HDP’a Rêya Armûşê hat dayîn û parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç û gelek kesên ji HDP, DBP û saziyên cuda amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin” hatibû vekirin. 
 
Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Şervan Beyazit di daxuyaniyê de got ku demokrasiya Tirkiyeyê di bin gefa “rejîma yekzilam” de ye û wiha got: “Partiya me niha rastî êrişên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê tê. Bi awayekî derhiqûqî êrişî endamên partiya me dikin. Bi êrişên ser HDP’ê re hewl didin siyaseta demokratîk krîmînalîze bikin. Di hefteyên berê de bi awayekî derhiqûqî êrişî endama meclisa me Arjîn Tuncer kiribûn. Di çarçoveya van binçavkirinên derhiqûqî de li Wanê endamên meclisa me hatin binçavkirin. Li gelek bajarên din jî ev êriş didomin. Lê tevî her êrişan jî navnîşana ciwanan, HDP ye. Meclisa Ciwanan a HDP’ê li dijî hemû dejenerebûn, nelirêtî û pişaftinê li ser pêya ne. Kesek nikare siyaseta demokratîk a HDP’ê krîmînalîze bike. Banga me ji bo hemû rêxistinên civaka sivîl ew ku li dijî van êrişan bêdeng nemînin. Nebêjin yên rastî êrişan tên kurd in û xwe bêdeng bikin. Ev bêhiqûqî rojekê dê li we jî vegere.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana ciwanan” û “Zext nikarin me têk bibin” bi dawî bû.