Di hevdîtina jinan de tayînkirina qeyûman hat nîqaşkirin

  • 12:11 15 Tebax 2022
  • Rojane
 
SÊRT -  Bi boneya salvegera tayînkirina qeyûman, li Sêrtê hevdîtina jinan pêk hat.
 
Bi boneya salvegera tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amed, Wan û Mêrdînê hevdîtina gel li bajaran tên organîzekirin. Li Sêrtê jî hevdîtina jinan li taxa Şemsikayê pêk hat. Hevşaredara Sêrtê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Berîvan Helen Işik, Rêxistinên HDP’ê yê navend û navçeyan, endamên meclîsa Şaredariya Sêrtê beşdarî hevdîtinê bûn. 
 
Di hevdîtinê de jinan destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman tê wateya êrişa li dijî vîna gel û jinan. Her wiha di hevdîtinê de bandora qeyûman a li ser civakê jî hat nirxandin. 
 
Bername bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
 
Her wiha bernameya hevdîtina jinan ya ku bi minasebeta salvegera tayînkirina qeyûman tê organîzekirin dê sibê jî bidome.