Jinên Efrînî: Divê qada hewayî ji dewleta tirk re bê girtin

  • 09:01 15 Tebax 2022
  • Rojane
 
Sîdra Mamo
 
ŞEHBA - Jinên navçeya Şêrewa ya Efrînê têkildarî êrîşên dewlata tirk û girtina qada hewayî ya ji dewleta tirk re ev  tişt anîn ziman: "Dewleta tirk a dagirker bi balafirên bê mirov Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaram dike û sivîl dibin hedefa topên dewleta tirk. Ji ber vê yekê divê ku qada hewayî li pêşiya dewleta tirk bê girtin."
 
Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dijwarî dewam dikin. Li hember vê yekê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza ferzkirina ambargoya hewayî li ser dewleta tirk, dikin. Têkildarî mijarê jinên Efrînî ku li navçeya Şêrewa ya Efrînê dijîn helwesta xwe ji ajansa me re raber kirin.
 
'Bi rêya balafirên bê mirov komkujiyan pêk tînin'
 
Zêneb Sîdo ya ji koçberên Efrînê û niha li navçeya Şêrewa ya Efrînê dijî behsa êrîşên dewleta tirk ên bi rêya balafirên bê mirov kir û wiha got: "Dewleta tirk her tim bi top û tivingên xwe êrîşî me dike. Li seranserê Bakur û Rojahilatê Sûriyeyê bi awayekî dijwar êrîşî sivîlan dike. Zarokên me hedef digire û gel ditirsîne. Bi topbaranan têrê nekir niha jî rojane bi balafirên bê mirov sivîlan dike hedefa xwe û komkujiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Lê çiqas dewleta tirk êrîşî herêmên me bike jî em natirsin û em vê derê jî bernadin."
 
'Divê qada hewayî ji dewleta tirk re bê girtin'
 
Zêneb Sîdo diyar kir ku divê qada hewayî ji dewleta tirk re were girtin ji bo ku van komkujiyên li ser gel de werin rawestandin û wiha dom kir: "Li pêşiya cîhanê dewleta tirk bi balafirên bê mirov bi awayekî dijwar êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û dibe sedema komkujiyan û kuştina sivîlan, lê her kes bê deng e divê ji bêdengiya xwe derkevin û qada hewayî demildest ji dewleta tirk bê girtin. Em jî weke gelê Efrînê li vê derê li hember van êrîşan çi ji destê me tê, em ê bikin."
 
'Êrîşên liser herêmê dermirovî ne'
 
Fehîme Îbiş a ji navçeya Şêrewa ya Efrînê da zanîn ku bi rêya şerê gelê şoreşger wê parastina axa xwe bikin û Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin û wiha bi lêv kir: "Em tu car van êrîşan qebûl nakin ji ber ku ev axa me ye û tu mafê dewleta tirk tune ye êrîşî me bike. Em weke gel li hember van êrîşan her tim xwedî sekin û hêz in. Divê qada hewayî ji dewleta tirk re bê girtin ji ber ev êrîşên li ser herêmê dermirovî ne."
 
'Em tu car têk naçin'
 
Wîded Îbiş a ji navçeya Şêrewa xuya kir ku sivîl dibin qurbaniya topên dewleta tirk ev jî sûcek derexlaqî ye û wiha axivî: "Dewleta tirk a dagirker her ku diçe êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girantir dike. Bi balafiran bi tanqan û bi topan hemû hêza xwe bi kar tîne ji bo ku me têk bibe. Lê em tu car têk naçin. Bi politikaya xwe ya nû, bi balafirên bê mirov êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, dibe sedema şehadeta bi sedan sivîl, jin û zarokan. Ji ber vê yekê divê mafê mirovan bi erka xwe rabe û qada hewayî li pêşiya dewleta tirk bigirin."