Ji bo girtiyê nexweş Devrîm Ayik banga berdana lezgîn hat kirin

  • 15:36 13 Tebax 2022
  • Rojane
ENQERE - Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo berdana girtiyê nexweş Devrîm Ayik banga hestiyariyê kir.
 
Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 414’emîn de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Mafê tedawiyê nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Endama Rêveberina Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tîpa H’yê tê ragirtin. Nûray destnîşan kir ku her ku diçe rewşa Devrîm ê ji sedî 76 rapora wî ya astengdariyê heye xedartir dibe û bang li rayedaran kir ku Devrîm bi lezgînî bê berdan.