Li Amed û Edeneyê operasyona binçavkirinê
- 11:30 13 Tebax 2022
- Rojane
AMED/EDENE - Li Amed û Edeneyê bi operasyonên binçavkirinê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Peyas û Farqînê yên Amedê polîsan vê sibehê bi ser gelek malan de girt. Li Taxa Huzurevlerî ya Peyasê Muhsîn Acar û Dîlan Katal hatin binçavkirin. Li taxên Ferîdûn û Baglarê yên Farqînê jî polîsan bi ser malan de girt û Abdullah Arşîmet, Abbas Nakçî û Bariş Nakçî kirin binçavan. Hat ragihandin ku polîsan li Abbas Nakçî daye û wî bi cilên wî yên xwîn birine emniyete.
Her wiha di serdegirtina li Amedê de Berdan Çelîk jî hat binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û binçavkiriyan birin midûriyetên polîsan ên Peyas û Farqînê.
Li Edeneyê herî kêm 9 kes hatin binçavkirin
Li Edeneyê jî polîsan avêt ser malan û herî kêm 9 kes kirin binçavan. Her 9 kes li Midûriyeta Polîsan tên ragirtin. Navê du kesê hat hînbûn wiha ye: Mahabad Bugdayci, Îbrahîm Dogan.