Ji bo Aysel Tugluk 1000 Jin: Em biryara AYM'ê napejirînin

  • 10:12 13 Tebax 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - "Ji bo Aysel Tugluk 1000 Jin" têkildarî biryara Dadgeha Makeqanûnê (AYM) ya ji bo siyasetmedar Aysel Tugluk a bi nexweşiya demansê ye, qebûl nekir û bertek nîşanî biryarê da. 
 
"Ji bo Aysel Tugluk 1000 Jin" têkildarî biryara Dadgeha Makeqanûnê (AYM) a têkildarî netehliyekirina siyasetmedar Aysel Tugluk a bi nexweşiya demansê ye, daxuyaniya nivîskî da. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin em vê biryarê qebûl nakin û hat ragihandin gelek rapor hene ku tê de tê gotin Ayselê nikare bi xwe jiyana xwe derbas bike û loma jî em vê biryarê qebûl nakin. 
 
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku divê Aysel Tugluk demildest bê tehliyekirin û bigihêje derfetên xwe yên tedawiyê. Her wiha hat gotin dê dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê ya muxatabê biryara AYM'ê ye bê dayin.