ROJEVA 09'Ê TEBAXA 2022'YAN

  • 09:00 9 Tebax 2022
  • Rojev
 
* Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, diyar kir ku Tirkiye di şer de bi her awayî israr dike û got: "Welatên ku qaşo xwe demokrat pênase dikin bêdeng in û di êrişên li hemberî Gelê Kurd de ker û lal in. Her wiha li hemberî êrişan dirûtiyê dikin." BI DÎMEN 
 
*Jinên ku tevlî mitînga HDP’ê ya “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” bûn gotin: "Barzanî bûye hevkarê hovîtî û komkujiyê. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî şer û xiyanetê yekitiya xwe ava bikin.” BI DÎMEN 
 
*Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ku ji doza Kobanê hat tahliyekirin ji ber dosyayek din girtina wê didome. Birayê Ayselê Aladdîn Tugluk der barê mijarê de wiha got: “Bi şerta kontrola edlî dikarin tehliye bikin. Divê şert û mercên dermankirinê bên afirandin.”
 
*Rêvebera ÎHD’a Colemêrgê Pinar Kent da zanîn ku li Colemêrg û navçeyên wê ji perwerdê heta tenduristiyê ji siyasetê heta aboriyê li her qadê binpêkirina mafan tê jiyîn û ev hemû parçeyek polîtîka şerê taybet e. BI DÎMEN
 
*Jinan biryara Dadgeha Bilind a der barê Peymana Stenbolê de daye, nirxandin û gotin: “Hejmara jinên li stargehan dimînin 243 hezar û 282 ye. Ev jî vê nîşanê me dide;jinên ji mirinê direvin û têkoşîna jiyanê didin nîşan dide. Feshkirina peymanê rewakirina şîdeta li ser jinan nîşan dide.” 
 
*Jinên ku tevlî mîtînga HDP'ê ya “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” bûn daxwaza rakirina tecrîdê kirin û gotin: "Ji dengê Abdullah Ocalan ditirsin. Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyek bigirin." BI DÎMEN