Li Şirnexê li dijî talanê bang: Li hemberî xwezayê êrişeke sîstematîk heye

  • 12:48 8 Tebax 2022
  • Rojane
ŞIRNEX – Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê li dijî birîna daran daxuyaniyek da û destnîşan kirin ku yê tê qetîl kirin mirovahî ye û wiha hat gotin: "Ne tenê  daran talan dikin, di heman demê de zirarê didin dîroka herêmê, paşeroj û her cûre cihêrengiya jiyanê."
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, têkildarî birîna daran a li Çiyayên Cûdî, Gebar û herêma Bestayê li ber avahiya xwe daxuyaniyek da. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û endam û rêveberên rêxistinên bajêr û navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “ Xweza jiyan e, jiyanê qetîl nekin” hat vekirin. Hevserokê Navçeya Navendê ya Şirnexê Kamûra Demîr metna daxuyaniyê xwend. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
‘Li dijî xwezayê Şirnexê êrişek sistematîk heye’
 
Herêm û xwezaya Şirnexê di bin çavdêriya dewletê de bi polîtîkayên talankirinê ve rûbirû ye. Li hemberî erdnîgariya Kurdistanê êrişeke sîstematîk heye. Li her derê komkujiyeke xwezayê heye. Lê li wê herêmê polîtîkaya şerê taybet û yên talankirinê heye. Darên li vir hatine birîn veguheriye deriyê bidestxistina rantekê mezin. Her roj bi giştî 20-25 qemyon dar ji herêmê tên derxistin û ev hemû mal û milkên daristanê dibin Dezgeha Keresteciler a li navçeya Halîliye ya Rihayê û li vir difroşin cihên din. 
 
Zirarê didin dîroka herêmê 
 
Qeymeqam, polîs û cendermeyên tayînkirî li van herêman xwedî rayeyên bêsînor in. Ev kes û saziyên rayedar, bêyî ku li xweza û jiyanê miqate bin her cûre polîtîkayên rantê li van deveran bi hêsanî pêk tînin. Difikirin ku hêzeke bêsînor di destê wan de ne, bi nehiştina çapemenî jî dikarin talanê bikin û her tiştî veşêrin. Ne tenê daran talan dikin, di heman demê de zirarê didin dîroka herêmê, paşeroj û her cûre cihêrengiya jiyanê.
 
Yê tê qetilkirin mirovahî ye
 
Em careke din bang li gelê Şirnexê, Gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê dikin ku li dijî vî şerî û talanê dengê xwe bilind bikin. Dîsa em bang li raya giştî ya navneteweyî, derdorên demokratîk, derdorên ekolojîst, sazî û rêxistinan dikin; ne tenê darên li Şirnexê li Besta, Cûdî û Gabarê jî dar tên birîn e. Yê tê qetilkirin mirovahî ye."
 
'Ev talankirin pirsgirêkeke sedsalî ye'
 
Parlementer Hasan Ozguneş jî di daxuyaniyê de axivî û got: “Em bi rojane li dijî talankirina xwezayê Şirnexê bang dikin. Desthîlatdariya AKP-MHP’ê xwe li dijî vê talankirinê kerr û lal kirin e. Desthîlatdariya AKP-MHP’ê hemû çavkaniyên welat ji bo rantê bikar tîne. Ber bi dawiyê ve diçê û hemû hêzên xwe ve êriş dike û êdî nizane çi bike. Lewra daristanên li Şirnexê û Marmarîsê pêşkêşî alîgirên xwe dike. Ew qetîlkirin jî bi hinceta ewlehiyê tê kamufle kirin. Ev talankirin û qirkirin bingeha xwe ji pirsgirêkeke sedsalî ye. Ev pirsgirêk ne bi koçberkirinê ne jî bi êrişên li dijî Başûr û Rojavayê nayê çareser kirin. An jî bi sepandina faşîzmê ya li dijî gelên Tirkiyê nayê çareser kirin. Ew pirsgirêka mezin tenê bi muzakere û diyalogê dikare were çareser kirin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Xweza jiyan e jiyanê nekuje” bi dawî bû.