Rojnamevan Denîz Firat li Mexmûrê hat bîranîn

  • 11:23 8 Tebax 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Denîz Firat di salvegera 8'emîn de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hat bîranîn.
 
Rojnamevan Denîz Firat ku sala 2014'an di êrişa çeteyên DAIŞ'ê de ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jiyana xwe ji dest, di salvegera 8'emîn de li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê hat bîranîn. Di merasîmê de malbata Denîz Firat, hevalên wê yên rojnamevan û dehan şeniyên wargehê amede bûn.
 
Beriya ku merasîm dest pê bike di şexsê Şehîd Denîz Firat de ji bo bîranîna tevahiya şehîdên çapemeniya azad û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. 
 
Piştî rêzgirtinê li ser navê hevalên wê yên rojnamevan, rojnemevan Berîvan Tûnç axivî û got: "Şehîd Denîz di temenê xwe ya biçûk de tevlî kar bû û heta gihişt asta şehadetê ji bo azadiya Gelê Kurd her tim xebitî. Dema ku li Mexmûrê kar dikir, ji bo hemû ciwan û zarokên Mexmûrê bû çavkaniyek sûdwergirtinê. Şehîd Denîz di gavên jiyana xwe de ji bo ku êşên Gelê Kurd bi raya giştî re parve bike her tim têkoşiya. Êrişên DAIŞ’ê yên li ser wargeha Mexmûrê bi raya giştî re parve kir û di vê oxirê de şehîd bû. Em di şexsê Şehîd Denîz, Şehîd Nûjîyan û hemû şehîdên çapemeniya azad de êrîşên li ser rojnamevanan şermezar dikin. Em ê heya dawiyê li pey doza Şehîd Denîz bimeşin."
 
Pişte dayika Denîz, Sultan Yildiztan jî axivî û got: "Di şexsê Şehîd Denîz de şehîdên çapemeniya hemûyan azad bibîrtînim. Weke malbat em ê her tim li pey doza Rêber Apo û şehîdan bimeşin."
 
Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo û şehîd namirin" bi dawî bû.