Êrişî gundên Qamişlo û Hesekê kirin

  • 10:38 8 Tebax 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê ji saetên serê sibehê ve gundên navçeyên Dirbêsiyê, Amûdê, Zirgan û Til Temirê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike. 
 
Artêşa tirk ji saetên serê sibehê ve gundên navçeyên Dirbêsiyê, Amûdê, Zirgan û Til Temirê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); artêşa tirk gundên Qermane, Şemsûra û Çeteliyê yê li rojavayê Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê bi çekên giran bombebaran dike.
 
Bi awayekî hemwext gundên Xanika, Keramê, Cirnikê yên girêdayî bajarokê Topo yê Amûdê ya Kantona Qamişlo jî tên bombebaran dike. Her wiha hat zanîn ku artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê Taxa Xerbî ya navçeya Zirganê jî bi çekên giran hedef girt. Di encama êrişê de ziyanên madî çêbûn.
 
Di heman saetan de bi çekên giran gundê Gir Top ê li rojhilatê bajarê Qamişloyê hedef hatin girt. Di heman kêliyan de êrişî gundên Gozeliyê û Til Leben ên rojavayê Til Temirê jî tên kirin.
 
Êrişên li ser herêmê berdewam in û têkildarî encamên êrişê heta niha agahiyên zelal nehatine bidestxistin.