Jinên Amedê ji bo Aysel Tûglûk bang li hikûmetê kirin: Demildest berdin

  • 09:03 8 Tebax 2022
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Jinên ku di 6'ê mehê de tevlî mitînga Amedê bûn, têkildarî berdana Siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk de axivîn û anîn ziman ku hikûmet ji jinên kurd ditirse loma Ayselê bernade û gotin: "Hiqûq û edaleta hikûmetê ji bo me kurdan derbas nabe. Em bang li hikûmetê dikin ku Aysel Tûglûk demildest bê berdan."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma “Çareserî em in, ji dagirkeriyê re na” di 6'ê mehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga herêmê li dar xist. Bi hezaran kes tevlî mitînga ku hat lidarxistin bûn. Jinên ku tevlî mitîngê bûn têkildarî siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a bi nexweşiya demansê ye û nayê berdan axivîn. 
 
‘Kujerek tê berdan, çawa Aysel Tûglûk nayê berdan’
 
Jina bi navê Sariye Bal, anî ziman ku hikûmeta AKP’ê ji jina berxwedêr û têkoşer a kurd ditirse û ji ber vê yekê êrîşî jinan dike û got: “Aysel Tûglûk jî wek jinên kurd û wek parlamenterek kurd di girtîgehê de tê girtin. Em dixwazin Aysel Tûglûk demildest bê berdan. Ji ber nexweşiyê tu tişt nayê bîra wê û ji bîr kiriye. Berê çendekî di doza xwe de heval û parêzerên xwe nas nekiriye. Keseke di vê rewşê de ye çawa nayê berdan. Ji bo Aysel Tûglûk divê hemû jin rabin ser piyan. Berî çend rojan hikûmetê Çevîk Bîr berda. Hikûmet kujeran, yên destdirêjiyê dikin, tecawizkar û dizan berdide. Lê kesên ku azadî û demokrasiyê diparêzin di girtîgehan de tên girtin. Kujerek tê berdan, çawa Aysel Tûglûk nayê berdan. Tu sûcê wê tune ye û îro bi awayekî bêhiqûqî di nava çar dîwaran de tê girtin. Edalet û hiqûq ji bo me kurdan derbas nabe. Ev bê edaletî ji berê ve heta îro didome. Dema jinek dengê xwe bilind bike an tên binçavkirin, an tên girtin û di zindanan de ne. Çevîk Bîr li ser kurdan ew qas komkûjî kir û îro wî berdan. Dewlet her tim kujerên xwe diparêzin. Ji bo ku ev bêedaletî û bê hiqûqî bi dawî bibe divê hemû gelê me yê Kurd rabe ser piyan. Ger ku em kurd bibin yek em ê edaletê pêk bînin. Divê em di serî de yekîtiya xwe ava bikin. Ji bo Aysel Tûglûk em destên xwe bidin destên hevdu û dengê xwe bilind bikin. Em dengê xwe herî baş bilind bikin ku Aysel Tûglûk bê berdan. Her wiha divê hikûmet jî adîlane nêz bibe. Ev wiha derbas nabe.”
 
‘Divê tu kes bêdeng nemîne’
 
Jina bi navê Sayîme Karaaslan jî daxwaza berdana Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş kir û wiha domand: “Îro kesên bêsûc di nava çar dîwaran de tên girtin. Lê kesên ku komkûjî û êrîşan dikin tên berdan. Li hember vê bêedaletî û neheqiyê divê em bibin yek. Ji bo me kurdan demokrasî, edalet û hiqûq tune ye. Me kurdan çi kiriye ku îro êrîşî me dikin. Her çiqas em dibêjin wekhevî ew şer û dijminatiyê dikin navbera me. Hikûmet ji jinan ditirse. Ji ber wê Aysel Tûglûk bernadin. Ger ku ji jinan netirsiyana dê îro bi hezaran jin di girtîgehan de nebûna. Bila hemû jinên kurd rabin ser piyan û yekîtiya xwe ava bikin. Divê tu kes bêdeng nemîne.”
 
‘Edalet û hiqûq ji bo kurdan derbas nabe’
 
Jina bi navê Hediye Ayik jî bang li hemû gelê Kurd kir ku ji bo Aysel Tûglûk rabin ser piyan û li berxwe bidin û wiha axivî: “Ji bo azadî, aştî û demokrasiyê divê em berxwedana xwe mezin bikin. Ev pergal ji xwe kurdan qebûl nake. Lê divê em li hember vê bêedaletiyê têbikoşin vê desthilatdariyê hilweşînin. Divê demildest Aysel Tûglûk bê berdan. Îro bi sedan girtiyên nexweş di girtîgehan de ne nayên berdan. Hikûmetê çav û guhên xwe girtiye. Jina kurd bi salane li hember bêedaletî û neheqiyê li berxwe dide. Ji ber vê yekê hikûmet ji jina kurd ditirse û îro Aysel Tûglûk bernade. Aysel Tûglûk a ku nexweş e jî hikûmet jê ditirse û wê bernade. Divê gel rabe ser piyan û dengê xwe bike yek. Ji bo Aysel Tûglûk bê berdan divê em li derve berxwedanek mezin bidin. Hikûmeta ku bi salan in li dijî kurdan in îro ew hiqûqa wan ji bo me derbas nabe. Ev jî pergala hiqûqa dualî dide ber çavan. Îktîdar naxwaze kurd azad bibe û bigihîje serxwebûna xwe. Hebûn û têkoşîna me wan nerehet dike. Lê em ê ji vê şûnde wan zêdetir nerehet bikin. Dema mesele kurd be hemû kes li dijî kurdan dibin yek. Bila hemû gelê Kurd û jinên Kurd rabin ser piyan û li berxwe bidin. Em azadî, aştî û demokrasiyê dixwazin. Ji bo Aysel Tûglûk û hemû girtiyên din em berxwedanê mezin bikin.”
 
‘Ev deng têr nake’
 
Zekiye Ayik jî destnîşan kir ku ne li cîhanê û ne jî li Tirkiyeyê edalet tuneye û got: “Di serî de Aysel Tûglûk û piştre hemû girtiyên me yên nexweş bila bên berdan. Ji bo Aysel Tûglûk îro li hemû deveran deng bilind dibin. Lê belê ev têr nake. Ji bo ku em dengê xwe bigihînin hemû dewletan û cîhanê divê em dengê xwe zêdetir bilind bikin. Aysel Tûglûk jinek siyasetmedar, parlamenter û jinek kurd e. Ji ber vê yekê jî ji bo wê divê çi ji destên me bên divê em bikin. Ev deng têr nake. Em qêrîna dengê xwe herî baş bilind bikin. Em ê destûrê nedin ku tiştek bi wê bê. Em ê li berxwe bidin û têkoşîna xwe mezin bikin heta Aysel Tûgluk azad dibe. Pergal alîgirên xwe berdide, yên me digire. Heta îro gelek girtiyan di nava çar dîwaran de jiyana xwe ji dest dane. Em destûrê nedin ku careke din ev tişt pêk bê. Kesê ku Çevîk Bîr berdide, çima Aysel Tûglûk bernade. Ev neheqî, zilm û hovîtî ye. Jin û ciwanên me bila rabin ser piyan û dengê xwe bilind bikin. Hêviya me heye ku dê rojek ew edalet pêk bê.”
 
‘Sûcê mirovahiyê dikin’
 
Jina bi navê Nazîme Altan jî ligel biryara tehliyeyê ku ji bo Aysel Tûglûk hat dayîn û nayê berdan, şermezar kir û ev tiştan anî ziman: “Ez di serî de azadiya Aysel Tûglûk û piştre yên girtiyên din dixwazin. Ev bêedaletî û bêhiqûqî nayê qebûlkirin. Kesên ku destdirêjî, tecawizê dikin û tiryakê bi kar tînin cezayê giran li wan nayê birîn û tên berdan. Lê siyasetmedarên kurd tu tişt nekirine jî îro bêsûc û sedem girtîne. Ji ber li ser siyasetê diaxivin bi salan tên girtin û cezayê herî giran li wan tê birîn. Ji ber vê yekê kesên ku îro Aysel Tûglûk bernadin sûcê mirovahiyê dikin. Ew nexweş e û nikare di girtîgehê de bibîne. Ji bo azadiya Aysel Tûglûk divê hemû gelê Kurd rabe ser piyan. Em dengê xwe bigihînin hemû cihanê.”
 
‘Tenê ji bo xwe edaletê pêk tînin’
 
Afîfe Mîntaş jî bertek nîşanê neberdana Aysel Tûglûk da û wiha dom kir: “Tenduristiya Aysel Tûglûk ne baş e û rewşa wê giran e û her ku diçe jî giran dibe. Kesên ku li hesabê wan tên berdidin, qanûn û edaletê li gor xwe pêk tînin. Serçete û kujerên ku karên qirêj kirine hemûyan berdidin. Lê dema mijar dibe kurd hemû qanûnên xwe binpê dikin, xwe ker û lal dikin. Ji bo kurdan tu mafî pêk naynin. Aysel Tûglûk jî rojek berê rojekê, divê bê berdan. Ji ber ku tenduristiya wê pir giran e. Niha hemû kes zîrveya xwe li Emerîka û cihên din çê dikin. Em jî wek gelên Amedê zîrveya xwe li vir Qada Îstasyonê çê dikin. Em bang li hikûmetê dikin ku li ser girtiyên me destdirêjiyê neke. Çareserî û xilasbûna vî şerî bi me re ye. Ger ku em nebin, ew nikarin tu tiştî bikin.”