TJA, bi pankarta Aysel Tugluk tevlî mîtinga HDP'ê bû

  • 18:21 7 Tebax 2022
  • Rojane
STENBOL - Bi sedan jinên bi korteja TJA'yê hatin gel hevdu bi pankarta mezin a bi nivîsa "Bila Aysel Tugluk bê berdan" ketin qada mîtinga HDP'ê ya bi dirûşma "Çareserî em in, ji şer û mêtingeriyê re na" tê lidarxistin. 
 
Bi hezaran kes beşdarî mîtinga HDP'ê ya li Meydana Qertalê ya Stenbolê bi dirûşma "Çareserî em in, ji şer û mêtingeriyê re na" tê lidarxistin, bûn. HDP'ê li qada mîtingê bi kurdî û tirkî pankarta "Çareserî em e ji şer û mêtingeriyê re na" darve kir. 
 
Parlamenterên HDP'ê, HDK, Tevgera Jinên Azad (TJA), SODAP, SYKP, ESP, Partiya Şoreşger, Kaldiraç, rêxistinên jinan, rêxistinên demokrasiyê, gelek partiyên çep-sosyalist beşdarî mîtingê bûn. 
 
Bi sedan jinên bi korteja TJA'yê hatin gel hevdu bi pankarta mezin a bi nivîsa "Bila Aysel Tugluk bê berdan" ketin qada mîtinga HDP'ê ya bi dirûşma "Çareserî em in, ji şer û mêtingeriyê re na" tê lidarxistin. 
 
Ji bo rengên kesk, sor, zer girtek girtin!
 
Li nokteya lêgerînê zarokê 10 salî ji ber cilên kurdî li xwe kiribû polîsan ew negirtin qada mîtingê. Piştre welatiyan bertek nîşan dan û zarok girtin qadê. Derbarê jineke laçika bi rengê kesk, sor û zer hat mîtingê girtek hat girtin û polîsan ew negirtin qada mîtîngê.