Ji ber agirê bi konekî li Wargeha Waşûkaniyê ket 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan

  • 12:25 7 Tebax 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Agir bi konekî li Wargeha Waşûkaniyê ya li Hesekê ket û 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
 
Agir bi konekî li Wargeha Waşûkaniyê ya li Hesekê ket û 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber êrişên dewleta tirk welatiyên li Serêkaniyê yên mecbûrî koçberiyê hatin hiştin li vê kampê dimînin. 
 
Şeva Şemiyê li vê wargehê agir bi konekî ket. Di encamê de Ebid Mehmûd Semo (6) û Zahir Mehmûd Semo (5) ku birayê hev bûn, jiyana xwe ji dest dan.
 
Li gorî agahiyan, heta ku tîmên vemirandina şewatê gihîştin qadê, agir bi 5 konên din ket.
 
Li ser sedema şewatê agahî bi dest neket.