89'emîn salvegera Komkujiya Sîmele: 5 hezar Asurî-Keldanî hatin qetilkirin

  • 09:03 7 Tebax 2022
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Di 7’ê tebaxa 1933’yan de hêzên Dewleta Iraqê û hevkarên herêmê li bajarê Sîmele 5 hezar Asrî û Suryanî qetil kirin, 60 gund hatin talankirin. Gelê Suryanî ku bi sedsalan re bi qirkirinan re tên rû hev, di 89’emîn salvegera Komkjiya Sîmele de bangên xwe yên ku bi komkujiyê re bê rû hev dikin. 
 
Suryaniyên ku yekem zimanê Suryankî yê Pêxember Îsa bikaranîn û Xiristiyanî bikar anîn yek ji gelê herî kevnar yê Bethnahrîne. Suryanî di 1915’an de bi Qirkirina Sayfo re hatin rû hev. Suryanî bi şûr û xençeran hatin qetikirin û Suryanî her sal di 15’ê Hezîranê de yên di Sayfo de hatin qetilkirin bibîr tîne. Di encama Sayfo de ji 700 hezar suryanî tenê 200 hezar Suryanî man.
 
Di Sayfo de 500 hezar Suryanî hatin tunekirin
 
Di qirkirina Sayfo de nêzî 500 hezar Suryanî hatin tunekirin û 300 hezar hatin qetilkirin û 200 hezar jî bê nasname hatin hiştin. Di komujiyê de ne tenê Gelê Suryanî hemû zindî hatin qetikirin. Bi sedan jin hatin firotin û rastî tecawizê hatin. Kirin musliman û firotin. Piştî qirkirinê bi koçbrekirinê re ji ber polîtîkayên  ku kirin Tirk û Musliman gelek Suryaniyan nasnameya xwe winda kirine. Li herêma Bthnahrîn nifûsa Suryaniyan daket 200 hezarî.
 
Zîhniyeta qirkirinê didome
 
Di ser Sayfo de 107 sal derbas bûye lê pêkanînên li dijî Suryaniyan didome. Dêr, mal û milk, keşîşxane hatin xepskirin û talankirin. Ligel vê keşîşxane û dêr kirin axr û şewitandin, hilweşandin. Hefteya borî Tirkiyeyê li hember gundên Asrî yên Çemê Xabur ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş pêk anî kesekî jiyana xwe ji dest û sê şervanên azadiyê yên Asurî birîndar bûn. Li aliyê din heman hefteyê di vekirina Dêra Ayasofya ya li bajarê Suqaylabiyah a Ortakdoksa Rûm ya Sûriyeyê êrişa bi roket pêk hat, du kes mirin û 12 kes birîndar bûn.
 
Dixwazin suryankî tune bikin
 
Piştî Sayfo hemû akademî û dibistanên ku perwerda suryankî didan hatin şewitandin û hilweşandin. Îro yek ji zimanên di bin xetera tunebûnê de ye suryankiye.
 
1924'an surguna Colemêrgê
 
Suryanî piştî Sayfo di 1924’an de jî bi Surguna Colemêrgê re hatin rû hev. Suryaniyên Rojhilat di salên 1923-24’an de yên neçar man koçî Colemêrg-Wanê bikin, piştî dest bi vegera axa xwe kirin şûnde demekê bi zextên leşkerî û eşîrên herêmî re hatin rû hev. Di 13’yê Tebaxa 1924’an de  Fermandarê demî yê Tirkiyeyê raporek amade kir û Lijneya Wezîran qebûl kir û roja piştî wê li herêmên ku Suryanî dijiyan êrîş pêk anîn.
 
80 hezar Nasturî-Suryaniyên Rojhilat koçber bûn
 
Di 12’yê îlona 1924’an de di encama hevkariya hinek eşîran de li Colemêrg, Elkê, Oramar, Çelê, Amadiya û derora wê li hember Suryaniyên Rojhilat heta 26’ê îlonê êrîş pêk hatin û komkujî pêk hatin. Di êrîşan de bi sedan Suryanî hatin qetikirin, dêr hatin talankirin û şewitandn. Di encama Surguna Colemêrgê de nêzî 80 hezar Nasturî- Suryaniyên Rojhilat koçber bûn. Komkujî bi Colemêrg û derdora wê sînor nema. Piştî Sayfo Suryaniyên Turabdîn beşek ji wan surgunê Suriyeyê bûn û Suryaniyên Rojhilat jî  ji ber polîtîkayên qirkirinê neçar man koçber bin. Di encama surguna Colemêrgê de ji Tirkiyeyê bi giştî 100 hezar Suryanî hatin surgunkirin.
 
Welatê kiryar nediyaran
 
Di salên 1980’ê de jî li hember Suryaniyan polîtîkaya bi zor windakirinê û koçberkirinê hat pêkanîn. Bi hezaran suryanî dîsa ketin riyên koçberiyê û malên xwe terk kirin. Bi sedan mirov di seranserê qirkirinê de di kuştinên kiryar nediyar de hatin windakirin.
Travmayek din: Komkjiya Sîmele
 
Polîtîkayan bi komkujiya Sîmele xwe dubare kir. Di 7’ê tebaxa 1933’yan de hêzên dewleta Iraqê û hevkarên herêmê li bajarê Sîmele 5 hezar Asrî û Suryanî qetil kirin, 60 gund hatin talankirin. Li Amadia, Zaxo, Duhok, Şeyhan û Musulê di bin navê cîhadê de komkujî pêk hat û êrîşên di 4’ê tebaxa 1933’yan de dest pê kirin heta 5’ê tebaxê berdewam kir.
 
Gelê Suryanî ku bi sedsalan re bi qirkirinan re tên rû hev, di 89’emîn salvegera Komkjiya Sîmele de bangên xwe yên ku bi komkujiyê re bê rû hev dikin.