ROJEVA 07'Ê TEBAXA 2022'YAN

  • 09:00 7 Tebax 2022
  • Rojev
 
* Parlamentera Dîe Lînke, Gokay Akbulut, bal kişand ser neçareseriya pirsgirêka kurd û got: "Beyî Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê demokrasî nayê meşandin û Kurdistaneke bêyî Ocalan jî ne pêkan e." BI DÎMEN 
 
*Di 7’ê tebaxa 1933’yan de hêzên Dewleta Iraqê û hevkarên herêmê li bajarê Sîmele 5 hezar Asrî û Suryanî qetil kirin, 60 gund hatin talankirin. Gelê Suryanî ku bi sedsalan re bi qirkirinan re tên rû hev, di 89’emîn salvegera Komkjiya Sîmele de bangên xwe yên ku bi komkujiyê re bê rû hev dikin.
 
*Jinan diyar kirin ku îşkenca li hember Aysel Tugluk ya li dadgehê hatiye kirin, nîşan dide ku dijminahiya li hember kurdan didome û ji bo azadiya Ayselê dê têkoşîna xwe bidomînin. BI DÎMEN 
 
*Ji ber krîza aborî ku hêza kirina welatiyan ketiye, bazara kevnar tercîh dikin. Esnafên bazara kevnar jî diyar kirin ku krîzê bandor li ser wan jî kiriye û gotin ku kesên berhemên kevn ji vir digirin li mexazeyên xwe ji nû vê difroşîn. BI DÎMEN 
 
*Rojnamevan Binevş Sarya ya ku xwişka Rojnamevan Deniz Firat a di 8'ê Tebaxa 2014'an de di êrişa DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû, wiha got: “Min yekem car di sala 2000’î de li çiyayê Dolakokî Denîz dît. Me navên hev pirsîn û ez hîn bûm ku ew Leylaya biçûk, xwişka min bû. Bi naskirina heval Denîz re ez carek din bûm evîndarê têkoşînê." BI DÎMEN