Di mudaxaleya piştî mîtîngê de gelek kes hatin binçavkirin

  • 20:02 6 Tebax 2022
  • Rojane
AMED - Piştî mîtîngê polîsan êrişê girseyê kir, gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma “Çareserî em in, na ji dagirkeriyê re” li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga herêmê li dar xist. Piştî mîtîngê girse bi dirûşma "Bijî Serok Apo" dest bi meşê kir. Polîsan êriş bir ser girseyê. 
 
Di êrişê de gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin. Her wiha nûçegihanên me yên ku nûçe dişopandin jî bi êrişa polîsan re rûbi rû man. Polîsan xwestin kamera û wênekeşên nûçegihanan bişkenîn.