Li Stenbolê malbatên girtiyan tevî astengiya polîsan meşiyan

  • 17:38 6 Tebax 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Malbatên Girtiyan xwestin li Qada Esenyûrt a Stenbolê çalakiya "Nobeta Edaletê" pêk bînin, lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Li hemberî astengiyê girse meşiya û bi dirûşmên xwe astengiyê şermezar kirin. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Stenbolê li gel êriş û zextan didome. Çalakiya îro li Qada Esenyurta Stenbolê pêk hat. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, Murat Sarisaç, Habîp Eksîk, Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu, hevberdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Marmarayê Dîlber Demîr, rêvberên MATUHAY-DER û ANYAKAY-DER'ê, Dayikên Şemiyê û gelek kes tevlî çalakiya îro bûn. 
 
Girseya ku dixwest ji avahiya HDP'ê ya Esenyurtê ber bi qadê ve bimeşe ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Li hemberî astengiyê girse bi israr xwest meşa xwe bidomîne. Piştre girse ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Girseya ku hat dorpêçkirin bi çepik û dirûşmeyan bersiv da dorpêçe. Her wiha rojnamegerên ku dixwestin çalakiyê bişopînin jî bi zextên polîsan re rûbirû man. Piştî demek malbatên girtiyan li cihê xwe daxuyanî dan û bal kişandin ser rewşa girtiyan. 
 
Parlementerê HDP'ê Saruhan Oluç axivî û bal kişand ser çalakiya dayikan. Her wiha girseya ku xwest piştgiriya malbatan bike hatin astengkirin û parlamenter Murat Sarisaç bertek nîşanî astengiya polîsan da û got: “Hûn ditirsin ku du dayik zarokên xwe biparêzin. Ev 100 sal in hûn vê îşkenceyê li ser vî gelê pêk tînin, ma vî gelî yek pêngav jî li hemberî we paş de avêt! Hêza xwe ji bo mafyayan û kesên tiştên ne li rê dikin, bikarbînin.”
 
Tevî hemû astengiyan jî girse û parlementer bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” ber bi avahiya HDP'ê ve meşiyan. Çalakvanên "Nobeta Edaletê" da zanîn ku dê çalakiya xwe bi her avayî bidomînin.