Keça girtiya nexweş, Makbule Ozer: Dêya min terkî mirinê hat kirin

  • 11:05 4 Tebax 2022
  • Rojane
WAN - Naime Ozer a ku keça girtiya nexweş, Makbule Ozer e diyar kir ku Makbuleyê gotiye "Êdî teqeta min a ez îdare bikim, nema ye" û got:"Em ne rehet in. Miroveke yektiyar ferqa wê êdî ji zarokekê namîne. Dayika min nikare hîn zêde li ber vê îşkenceyê îdare bike. Dêya min li wir terkî mirinê kirine." Naîmeyê ji raya giştî re banga hestiyariyê kir.  
 
Li girtîgehan her ku diçe binpêkirina mafan zêde dibin. Tevî banga ji girtiyên nexweş jî hîn tu gav nehatiye avêtin. Li gor daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li girtîgehên cuda jê 651 bi giranî bi tevahî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyên nexweş Makbûle Ozer a 80 salî û ji sedî 53 astengdar e. 
 
Li Artemêta Wanê bi iddiaya "endamtiya rêxistinê kiriye" dadgeha herêmî 2 sal û mehek ceza li Makbule Ozer hat birîn û piştî ku cezayê wê hat erêkirin şûnde di 9'ê Gulanê de hat girtin. Herî dawî di 2'yê Tebaxê de bi gumana Covid-19'ê Makbuleyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê. Li vir testa Makbuleyê negatîf derket. Li gor agahiyên bijîşk da li ser kezeba wê odem çêbûye û dilê wê werimîye.
 
Keça Makbuleyê, Naime Ozer a do çûbû hevdîtina li girtîgehê derbarê rewşa tendirustiyê ya dêya xwe de bi ajansa me re axivî. 
 
'Sûcê dêya min tenê ew e ku kurd e'
 
Naimeyê bi gotina "ez dixwazim dayika min ji vê zilmê rizgar bibe" nîşan da û ev tişt got:"Bi kirina girtîgehê ya dêya min dixwazin çi tirsê di dilê me de ava bikin? Sûc e ku niha dêya min û bavê min li wir in. Tu sûcê wan tune ye. Tenê ji ber kurd in niha li girtîgehê tên girtin. Tenê ji ber nasnameya mirovan, niha wan li girtîgehan digirin. Bi awayekî zindî dayika min xistine hundurê darbestekê."
 
'Rewşa dayika min gelekî xirab e'
 
Naimeyê bi lêv kir ku rewşa dayika wê gelekî xirab e û wiha pê de çû:"Hevalên koguşê yên dayikan min dibêjin dayika min gotiye 'ger wiha here ez ê xwe bikujim.' Hevalên wê 24 saetan li gel wê nobedê digirin. Dayika min pêdiviyên xwe yên bingehîn bi xêra hevalên xwe bi cih tîne. Herî dawî dema çûbû banyoyê serê xwe bişo şemitîbû û ketibû xwarê. Piştre milê wê zirar dîtibû. Jixwe dayika min bi saya gopalê xwe dimeşiya niha ji milê xwe jî bû."
 
'Pir zehmet e ku dayika min li wir bimîne û em dixwazin derkeve'
 
Naimeyê diyar kir ku ew ji ber dayika xwe gelekî ne rehet in û wiha lê zêde kir:"Miroveke yektiyar ferqa wê êdî ji zarokekê namîne. Dayika min nikare hîn zêde li ber vê îşkenceyê îdare bike. Dêya min li wir terkî mirinê kirine. Dayika min her roj ji bo kontrolên xwe yên rojane diçe nexweşxaneyê. Dema tê nexweşxaneyê zehmetiyê dibîne ku li wesayita rîngê jî siwar bibe. Dayika min bi vê îşkenceyê dibin û tînin. Tansiyon, şekir, pirsgirêka dil a dayika min heye. Her wiha di warê girtina hilmê de jî zehmetiyê dibîne. Ew jineke astengdar e. Nikare destên xwe jî bi kar bîne. Bi gopal dimeşe. Pir zehmet e ku dayika min li wir bimîne û em dixwazin derkeve."
 
Banga hestiyariyê ya ji bo raya giştî!
 
Naimeyê da zanîn ku dayika wê roja berê bi gumana Covid-19'ê anîne nexweşxaneyê û got:"Dayika min gelekî ne rehet bû. Xwîn danê. Piştre dema me bi bijîşkan hevdîtin kir, got li kezeba wê av kom bûye, dilê wê werimîye." Naîmeyê got her diçe rewşa dayika wê xirab dibe û banga hestiyariyê ji raya giştî re kir.  
 
Parêzera Makbuleyê Dilan Kunt jî got wan serî li Dadgeha Makeqanûnî dane. Her wiha Dilanê da zanîn wan ji Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê ji profesorê tipa edlî rapora alternatîf girtiye û ev rapor pêşkeşî Dadgeha Makeqanûnê kiriye. Dilanê herî dawî got divê demildest Makbuleyê serbest bê berdan.