Di 8’emîn qirkirina Deşta Nînova de Suryanî xweseriyê dixwazin

  • 09:05 4 Tebax 2022
  • Rojane
Marta Somek 
 
STENBOL - 8 sal berê li Deşta Nînova piranî jê Suryanî (Asurî-Aramî-Keldanî), Xiristiyan di êrişa DAIŞ’ê de hatin qetilkirin. Bi sedan Suryanî di komujiyê de hatin qetikirin, jin, zarok dîl hatin girtin, 85 dêr hatin bombebarankirin û talankirin, 3 goristan hatin talankirin û 200 hezar zêdetir Suryanî koçber bûn. Yekane daxwaza Suryaniyan jî xweserbûneke bi êzidî re bimeşîne ye…
 
Suryanî ku yekem gelê ku xiristiyanî qebûl kiriye, di 1915’an de bi Safo re yanî bi qirkirina Suryanî re bi sedsalan bi qirkirinan re hatin rû hev. Di salên 1980’ê de jî bi kuştinên kiryar nediyar, surgun û tehdîdan re hatin rû hev. Îro jî mal û milkên wan tên xespkirin û neçarin li dijî van binpêkirinan têbikoşin.
 
500 suryanî hatin tunekirin
 
Di Qirkirina Suryanî Sayfo ya 1015’an de 500 hezar suryanî hatin tunekirin, 300 heza hatin qetikirin û 200 hezar bê nasname hatin hiştin. Di Sayfo de wek qirkirina ermeniyan ne tenê Gelê Suryanî hemû zindî hatin qetilkirin. Bi sedan jin û zarok rastî tecawizê hatin, hatin firotin. 
 
Qirkirina Deşta Nînova
 
Iraq û Musul jî yek ji cihên ku suryanî û ermeniyan koç kiribûn û lê bicih bibûn bû. Yek ji qirkirinên dawî ya hat jiyîn qirkirina Deşta Nînova bû. DAIŞ’ê di 2014’an de li Şengalê piştî êrişê êzidiyan kir şûnde li Deşta Nînova li hember suryaniyan komkujî pêk anî. Suryanî her sal di 4’ê Tebaxê de Qirkirina Deşta Nînova bibîr tînin.
 
Zemîna qirkirinê amade kiribû…
 
Suryaniyên li Deşta Nînova dijiyan beriya êrişa DAIŞ’ê ya sala 204’an bi gelek êriş û tehdîdan re hatibûn rû hev. Ev êriş û tehdîd zemîna qirkirinê ava kirin. Ligel vê dêr hatin talankirin, oldar hatin qetilkirin û gelek goristan hatin texrîb kirin.
 
Yekane çare koçberbûn bû
 
DAIŞ’ê wekê ku êrişê êzidiyan kiribû, êrişê xiristiyanên ji suryaniyan pêk dihat nekir. Sê rêbaz dan ber xiristiyanan. Gotin yan hunê bibin musliman yan jî hunê baca cizyê bidin an jî axê terk bikin. Xiristyanan her sê rê jî qebûl nekir û lê ji bilî koçberkirinê rê ji wan re nema bû. Di encama êrişa DAIŞ’ê ya li hember Musulê de piranî jê suryanî 200 hezar xiristiyanî koç kir. Bi sedan suryanî hatin qetiklirin û jin û zarok dîl hatin girtin. Bi talîmata ji peşmergeyan hat, gotin bila suryaniyên herêmê nav saetekê de çekên xwe terk bikin û suryaniyên fêr kirin DAIŞ’ê êrîşê Deşta Nînova kiriye, bi lingên tazî ji axa xwe reviyan.
 
Nifûs daket 500 hezarî
 
Beşek suryaniyan li Erbîl, Duhok, Silêmanî û Şaklava, beşek jî li Ewropa, li Avustralya, Lubnan û Tirkiyeyê bi cih bûn. Di encama vê de nifûsa suryaniyên ku mîlyonek û 500 hezar bû daket 500 hezarî.
 
Dîsa di qirkirinê de 85 dêr hatin talankirin û bombebaranirin. Sê goristan hatin texrîbkirin. Alavên bi nirx yên Xiristyanan hat girtin. 
 
Tehdîda nû: Şebekî
 
Piştî Musul ji DAIŞ’ê xilas bû, suryanî bi li bajaroka Baritle bi Musliman, êzidî û şebekan re jiyan. Ji sedî 50’yê suryaniyên koçber bibûn çend sal şûnde vegeriyan axa xwe. Lê ji ber li herêmê xizmeta binesaziyê tunebû, ji bo gel ev bû asteng. Suryaniyên vegeriyan axa xwe ji bo jiyanek nû ava bikin hewl dan lê Şebekên ji mîlîstên Îranê pêk tên zextê li wan bikin. 
 
Daxwaza wan xweseriye
 
Suryaniyên li Deşta Nînova dijî, diyar dikin ku êriş, tehdîd û qirkirin hîna didome û ev tiştên tên jiyîn ji zîhniyeta qirkirinê wêdetir tişt nîne. Her wiha diyar dikin ku sedema venegera wan jî polîtîtîkayên zext û qirkirinê yên Şebekane. Her wiha suryanî diyar dikin ku ew bi êzidî re xweseriya xwe ava bikin.