'Armanc ne herêmeke bi ewle, armanc bazirganiye'

  • 09:01 4 Tebax 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Ji Baroya Şirnexê parêzer Dîlan Bîlen, da zanîn ku li herêmê talankirina xwezayê heye û got: "Tirkiye di nav gelek peymanên avhewayê de cîh digire lê belê niha li herêmê bi qirkirin û talankirina xwezayê re sûcekê mezin dike, divê were darizandin."
 
Li Herêma Bestayê ya Şirnexê û li Çiyayên Cûdî û Gabarê ev nêzî 2 sal in leşkerî bi destê cerdevanan xwezayê talan dikin. Bi taybetî jî li gundên Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girêdayincê, Şerevan, Xirtkbestê û Navyanê ên herêma Bestayê, bênavber dar tên birîn. Birina daran ewqas zêde bû ku ji bo gelek kesan bûye çavkaniya talanê. Bertek nû nerazîbûnên li hemberî talankirina xwezayê didomin. Li dijî talankirinê li Şirnexê bi pêşengiya sazî û rêxistinên sivîl Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê hat avakirin. 
 
Derbarê mijarê de ji Baroya Şirnexê parêzer Dîlan Bîlen ji ajansa me re axivî. 
 
'Herêm tê talankirin' 
 
Dîlan, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser birîna daran: "Ev qirkirin di esasa xwe de ji bo bidestxistina bazirganiyê ye. Ji bo madena kanê heta niha gelek îhale hatin çêkirin. Her wiha li herême gelek kalekol hatin çêkirin. Ew qad bi vî rengî tên talankirin. Li herêmê ewlehiyê dikin hincet û daran dibirin û kalekolan çêdikin. Lê belê li cihê ku wek herêma neewle pênase dikin, walî an jî hêzên dewlete li wir mîhrîcanan li dar dixin. Ew jî nakokiyek mezin e.”
 
‘Rantekê mezin heye' 
 
Dîlan, diyar kir ku bi talankirinê re rê li ber bazirganiyê jî vekirin û got: "Dema em lê dinêrin em dibînin ku li dewsa herêmê ewle, armanceke din a bidestxistina rantekê mezin heye. Bi vê yeke di vê talankirinê de rojê nêzî 1 û nîv û 2 tîrîlyon pere tê qezençkirin. Gava em wan hemûyan digirin ber çav sedema vê talankirinê bêtir derdikeve holê û armanc ne avakirina herêmeke ewle ye."
 
‘Serlêdanên me bê encam man' 
 
Dîlan, di axaftina xwe de wiha behsa helwesta rayedaran kir: "Derbarê mijarê de rayedar bêdengin û ev tişt jî rê li ber darazê digire. Wek baro me du caran derbarê mijarê de gilî kir. Me têkildarî mijarê 2 rapor amade kir. Hem derbarê giliyên me de û hem jî derbarê raporên me de bersivek nehatiye dayîn.”
 
‘Hişkesaliyeke 30 salî tê rewa kirin' 
 
Dîlan, da zanîn ku darên tên birîn piraniya wan darên mazî ne û got: “Nêzî 20 û 30 salan de darên mazî şîn dibin. Bi birîna daran re jî dê li herêmê hişkesaliyek 30 salî tê rewakirin. Her wiha îro li cîhanê qeyrana avhewayê tê nîqaşkirin û ji bo ku pêşiya wê qeyranê were girtin xebat tên kirin. Ji ber ku li cîhanê hişkesaliyek kurewî heye û ew jî dibe sedem ku hevsengiya cîhane were guhertin. Tirkiye di nav gelek peymanên avhewayê de cîh digire lê belê niha li herêmê bi qirkirin û talankirina xwezayê re sûcekê mezin dike, divê were darizandin. Her wiha li cihekê ku hişkesalî hebe mirov dê li vir çiqas demê dikarin bijîn?”
 
‘Em ê şopdarê pêvajoyê bibin' 
 
Dîlan, di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser liv û tevgerên sazî û rêxistinên sîvîl a ji bo qirkirina xwezayê û got: “Ji bo ku pêşiya vê talanê were girtin platforma ekolojiye ya Şirnexê hat avakirin ku di bin siya vê komê de gelek sazî û rêxistinên sivîl hene. Bi vî yeke dixwazin qirkirin û talankirina xwezayê  bixin rojeva tevahî welat. Em ê şopdarê pêvajoyê bibin.”