ROJEVA 04'Ê TEBAXA 2022'YAN

  • 09:00 4 Tebax 2022
  • Rojev
* Ji Baroya Şirnexê parêzer Dîlan Bîlen, da zanîn ku li herêmê talankirina xwezayê heye û got: "Tirkiye di nav gelek peymanên avhewayê de cîh digire lê belê niha li herêmê bi qirkirin û talankirina xwezayê re sûcekê mezin dike, divê were darizandin." BI DÎMEN 
 
*Jinên li gundê Kobanê kedeke mezin di warê xebatê de didin, dan zanîn ku ew ji ber keda didin gelekî kêfxweş in û di heman demê de bang li ciwanan jî kirin ku li çanda xwe xwedî derkevin. DÎMEN HEYE
 
*Halîm Ete ya ku du zarokên wê girtîne û kurek wê jî li Kobanê jiyana xwe ji dest daye daxwaz kir ku bila ev zilm bi dawî bibe û banga yekitiyê li kurdan kir. BI DÎMEN 
 
*Berpirsyarê Karê Dervê yê TAJÊ Seham Dexîl Reşo, konferansa ku bi dirûşma “Bi vîna jina azad em li hemberî jenosîda Şengalê têdikoşin” pêk hatî nirxand û got: "Li dijî êrişên li hemberî jinan pêwîstî bi xebateke wisa hebû. Jin li gel hev kombûn û bi hev re nîqaşkirin. Divê di destpêkê de em hevdû fembikin û bi hev re bikevin nava hevkarî û piştevaniyê." BI DÎMEN 
 
*Parêzer Alî Çîmen derbarê girtiya nexweşa giran Semîre Dîrekçî de axivî û da zanîn ku îdara girtîgehê piştî nivîseke ji Dadgeha Destura Bingehîn hatiye şûnde prosedura navberdayîna înfazê ya ji ber sedemên tenduristî daye destpêkirin lê Lijneya Tenduristiyê biryara neyînî daye. BI DÎMEN 
 
*8 sal berê li Deşta Nînova piranî jê Suryanî (Asurî-Aramî-Keldanî), Xiristiyan di êrişa DAIŞ’ê de hatin qetilkirin. Bi sedan Suryanî di komujiyê de hatin qetikirin, jin, zarok dîl hatin girtin, 85 dêr hatin bombebarankirin û talankirin, 3 goristan hatin talankirin û 200 hezar zêdetir Suryanî koçber bûn. Yekane daxwaza Suryaniyan jî xweserbûneke bi êzidî re bimeşîne ye…
 
*Jinên bi atolyeyên jîneolojiyê di jiyana xwe de nûbûnekê dikin "Di hevdîtinên jinan a havînê de" cih girtin û diyar kirin ku di atolyeyan de hişê wan nû dibe û bîhnê digirin. Her wiha diyar kirin ku wê piştevanî û xwedî derketin şoreşa jinê bîne. BI DÎMEN