Bi boneya fermanê li Şirnexê sînevîzyonek hat nîşandan

  • 07:49 4 Tebax 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Bi boneya salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, li Silopiya Şirnexê sînevîzyonek hat nîşandan.
 
Bi boneya salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li parka Kizirê ya navçeya Silopiyê ya Şirnexê sînevîzyonek derbarê fermanê de nîşanda. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jin sînevîzyonê temaşe kirin.
 
Piştî sînevîzyonê Nuran Îmîr axivî û destnîşan kir ku jenosîda Şengalê di heman demê de komkujiyek li dijî hebûna jinê ye. Nuran, wiha axivî: “Ew êş û janên ku di wê fermanê de hatin jiyîn îro Gelê Kurd kêlî bi kêlî dikin. Gelê êzidî gelek zilm dîtin û li ber xwe dane. Ji wê demê re rêveberiyek û statûyek hate avakirin. Divê statû û vîna êzidî were naskirin. Lê dewsa wê êrişê li dijî Şengalê tê kirin û li ser Şengalê planan dikin. Hewceye ku cîhan û Hikûmeta Îraqê ji êzidiyan lêborînê bixwaze. Ev komkujî ji hêla hemû cîhanê ve tê zanîn lê divê ew komkujî were naskirin.”
 
Bername bi klamên dengbêjan bi dawî bû.