TJA û HDP serdana esnafên li Bazara Jinan a Silopiyê kir

  • 19:09 3 Tebax 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Meclîsa Jinan a HDP’ê û TJA serdana Bazara Jinan a Bajêr a ku ji hêla şaredariya HDP’ê ya Silopiyê ve hatiye avakirin kir.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) serdana Bazara Jinan a Bajêr a ku ji hêla şaredariya HDP’ê ya Silopiyê ve hatiye avakirin kir. Parlementera HDP’ê yê Şirnexê Nuran Îmir, Hevseroka Rêxistina HDP’ê yê bajarê Şirnexê Sabuha Akdag, Hevşaredera HDP’ê ya Silopiyê Adalet Fîdan, rêveberên MEBYA-DER'ê, Hevserokên Rêxistinên navçeyên HDP’ê yên Şirnexê û gelek jin beşdarî serlêdanê bûn.
 
Di serdanê de esnafên jin hatin silavkirin. Bernameya serdanê ji bo piştgiriye bidin esnafên jin hat kirin. 
 
Bernameya serdanê bi dayîna xwarinê bi dawî bû.