'Em ê li dijî DAIŞ'ê li ber xwe bidin'

  • 15:54 3 Tebax 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê bi minasebeta fermana 3'ê Tebaxa 2014'an daxuyaniyek da û got: "Em ê li ber xwe bidin û li hember her kesê hewl bide şoreşa me têk bibe bibin mertalên xurt."
 
Bi minasebeta fermana 3'yê Tebaxa 2014'an Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê daxuyaniyek da. Endama Nivîsgehê Rabie Bekro daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Di vê serdemê de, li Rojhilata Navîn gelek şoreş û serhildan pêk hatin û gelan banga hilweşandina rejêmên desthilat kir û banga azadiyê kir, her wiha li hin herêman jî şer derket û niştecihên wan jî bi qetilkirin û qirkirinê re rû bi rû ma.
 
Di vê rojê de, di 2014'an de DAIŞ êrişî kurdên êzidî yên li Şengalê kir, bi hezaran ji wan qetil kir û bi hezaran jin li Sûriyê û Iraqê firotin ku êdî aqil vê yekê tehmûl nake.
 
Ev ne komkujiya yekemîn e ku kurdên êzidî pê re rû bi rû ne, beriya wê jî bi dehan komkujî pêk hatine û di dirêjahiya dîrokê de nasname û hebûna wan kirine armanc.
 
Hin dewletan piştgiriya DAIŞ’ê kir, di serî de dewleta Tirk, ji ber ku dîroka wê tijî komkujî û qirkirinên li dijî gel e. Heta niha dewleta Tirk a pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkoşer û fermandarên wan dike armanc, bi wê re hewl dide armancên xwe mîsoger bike û vîna gelê azad têk bibe, lê dîsa jî ne êzidiyan ne jî pêkhateyan herêmên navborî xeta berxwedanê bernedan û parastina xaka xwe kir.
 
Em ê li ber xwe bidin û li hember her kesê hewl bide şoreşa me têk bibe bibin mertalên xurt."