Ji bo qurbaniyên fermanê li Şengalê jiyan rawestiya

  • 14:58 3 Tebax 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an li gund, bajêr û navçeyên Şengalê ji bo qurbaniyên fermanê jiyan hat rawestandin. 
 
Bi boneya salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an îro di saet 10.00’an de li gund, bajar û bajarokên Şengalê tevahî civaka êzidî ji bo bîranîna qurbaniyên fermanê 3 deqe rêz girtin. Her wiha ji bo bîranîna, zarok, kal û pîrên ku di fermanê de jiyana xwe jidest dane li seranserê Şengalê ciwanan av belav kir.
 
Li Xanesorê yê girêdayî Şengalê her wiha navçeya Sinunê li du merasimê endamên Meclisên Gel û TAJÊ’ê ve axaftin hatin kirin. 
 
Li Sinunê malbatên cangoriya av belav kirin û şehîdên fermanê bi bîranîn. Dîsa li çar rêya Sinunê kom bun û ji bo bîranîna fermanê axaftin hatin kirin.
 
Li Xanesorê jî Meclisa gel ye Xanesorê gel û endamên Meclîsê ji bo Şehîdên Fermana 74’an 3 deqa rêz girtin.
 
Ciwan Êzidî ji bo bîranîna fermanê ber bi çiya ve meşiyan û berê xwe dan Qûba Şêx Mend ku dema fermanêde beşek ji civaka Êzidî xwe sipartibun wir. Li wir ciwan û kalên ku meş li darxistin çûn cem bîra ku di fermanê de bi hezaran êzidiyan av jê vexaribun û gotin em ê vê çalekiya xwe her tim berdewam bikin û em ê tu caran rê nedin ku zarokên me fermanê jibîr bikin. Weke sembol li wir av û pariyên nan li ciwanan hate belav kirin.