Li Mexmûrê qurbaniyên Fermana 3’yê Tebaxê hatin bibîranîn

  • 14:46 3 Tebax 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta fermana 3'yê Tebaxê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: "
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an hatin bi bîr anîn. Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Endama Komîteya Karê Derva ya Meclîsa Îştar, Leyla Arzû Îlhan axivî.
 
Axaftina Leylayê wiha ye; 
 
"Di kesayeta Mam Zekî, Mam Seîd, Zerdeşt û hemû şehîdên komkujiya Şengalê bi bîrtînim. Em dizanîn sîstema desthildar di salên 2000’î de dest bi guhertina sîstema heyî kir. Pêşbiniya vê yekê ji beriya herkesê Rêber Apo dît. Hem Gelê Kurd hem Tevgera Azadiyê hem jî gelên Rojhilata Navîn di vê warî de şiyar kir û got ‘Wê sîstemên desthildar ji bo bikare sîsteme xwe carek din bide avakirin. Qetlîamên mezin li ser civakê pêkbîne’. 
 
Bi vê yekê şoreşa gelan ya ku li tevahî Rojhilata Navîn hatî destpêkirin vegerandin cehenemek ji bo gelan ku bi karibe sîstema xwe têde bi cih bike. Civaka êzidî ew civaka ku bi hezarî salan rûxmê bi dehan fermanan karî xwe li ser vê axê çand, hebûn, bawerî û zimanê xwe berdewam kiriye. Dewletên desthildar armanc dikirin ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê vê civakê têkbibin û bi têkbirina vê civakê bikarin tirsek mezin bixin dilê civakên Rojhilatan Navîn de.“
 
Wê civak bikaribin bi rengê, bawerî, ziman û çandan xwe jiyan bike, ji bo vê jî pêwîste Gelê Kurd û hemû dostên kurdan li derdora Gelê Kurd û gelê Şengalê kom bibe. Li Şengalê berxwedaniyek bêhempa tê dayîn ev jî lîstokên li Şengalê têk dibe.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî bexwedana Şengalê" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.