TAJÊ derbarê fermanê de raporek ji 100 saziyên navneteweyî re şand

  • 14:08 3 Tebax 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê encamên fermanê de TAJÊ ji zêdeyî 100 saziyên navneteweyî re raporek şand û diyar kir ku gefa herî mezin a niha êrişên hewayî yên dewleta Tirk e.
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji ber salvegera 8’an a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, têkildarî encamên fermanê, gef û êrişên heyî yên li ser Şengalê raporek amade kir. Berpirsyara Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Mafên Mirovan, Papa Francisco, Komîsyona Ewropa, Komîteya Mafên Jinan, Komîsyona Azadiya Olî ya Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Seroka Meclîsa Ewropayê, kesayetên Parlamenta Ewropayê, Serokwezîrên Swêd û Fînlandiyayê, rêxiraw û Tifaqên Jinan, Sefaretxaneyên li Iraqê re jî di nav de rapor ji zêdeyî 100 saziyên navneteweyî û kesayetên naskirî re hate şandin.
 
Rapora ku ji hêla TAJÊ ve hatî amadekirin wiha ye:
 
'Civaka herî qedîm e'
 
“Civaka êzidî yek ji civakên herî qedîm a mirovahiyê ye. Bi vê qedîmiyê jî xwedî çandeke xurt a jiyanê ye. Di çand û baweriya xwe de gelek şopên civaka xwezayî heta roja me ya îro gihandiye. Adetên Êzdayetî piraniyên xwe di nav xwezayê de şekil girtine. Qedir û qiymet dayîna hemû zindiyan, esasê çand û baweriya êzidî ye. Nêzikahiya mirov ji mirov re, mirov ji hemû zindiyên xwezayê re, ji cewherê azad a xwezayê qut nebûye. Çanda ku ava bûye, kombûna nirxên hezar salan e. Civaka Êzîdî heta roja me ya îro jî debara xwe li ser çandinî û heywankariyê û bi kedkariya xwe dide meşandin. Ji mîtolojiya ku heta îro jî di nav civakê de zindî ye jî xuya ye ku jin, di jiyanê de hêmana sereke ye. Bi vîna xwe, bi rengê xwe yê resen çand û baweriya xwe dide berdewamkirin. Felsefeya êzidî ya jiyanê li ser esasê wekhevî û nirxdayînê ye. Civak bêyî ku ferq û cudahî bixin nav de, li hemû zarokan xwedî derdikevin û diparêzin. Zarokên ku weke pêşeroj û berdewama Êzdayetî tên dîtin, beriya her tiştî bi nirxên baweriya Êzda tên perwerdekirin.
 
Bi 10 hezaran êzidî hatin qetilkirin
 
Di dîroka civaka êzidî de bi sedan qirkirin û ferman hatin kirin. Lê herî zêde behsa 74 fermanan tê kirin ji ber ku qetliyamên herî mezin û dijwar bûn ku tu car di hafizeya civaka êzidî de nayê jibîrkirin. Cîhan, miletê êzidî ji çand û baweriya wê zêdetir bi ferman û Jenosayîdan nas dike. Wek miletê êzidî ev rastî ji bo me pir bi êş e. Fermana 74’an, di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat. Bêguman di nav civaka êzidî de ev Ferman gelek êş, travma û windahiyên mezin da avakirin. Bi 10 hezaran êzidî hatin qetilkirin, revandin û dîlgirtin. Zarok bi zorê kirin çetên DAIŞ’ê. Her wiha bi sed hezaran hemwelatiyên Şengalê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Heta roja îro, derdora 200 hezarî ji wan li başûrê Kurdistanê li kampan di rewşên perîşan de dimînin.
 
Gelek teqemenî li deran hatin bicihkirin
 
Êriş li ser hemû nirxên êzidî hatin kirin. Li cihên ku ji bo baweriya Êzdayetî pîroz in 6 qub hatin teqandin û bi dehan avahî hatin hilweşandin. Heta niha jî aqûbeta bi hezaran êzidî ne diyar e. Li herêma Şengalê herî kêm 87 gorên komî hatine tespîtkirin; tenê çend jê hatine vekirin ji bo ku bi rêya tehlîlên DNA nasnameya cenazeyan bê tespîtkirin û milet bikare şehîdên xwe bi awayeke rewa gor bikin. Li gelek ciyan, mayîn û teqemeniyên ku DAIŞ li wan deran bi cî kiriye, nehatin paqijkirin. Gelek caran ev mayîn bû sedema mirina Şengaliyan.
 
Daneyên dawî yên li ser encamên fermanê;
 
Derbarê fermana 2014’an de çend hejmarên ku hatine bidestxistin (dîrok; Tîrmeha 2022’yan)
 
* Jinên ku hatine revandin: 3 hezar û 504
 
* Mêrên ku hatine revandin: 2 hezar û 869
 
* Kesên ku hêj di destên DAIŞ’ê de ne: 2 hezar û 941
 
* Zarokên ku bê dê û bav mane: 2 hezar û 166
 
* Kesên ku hatine koçberkirin: 360 hezar (Yên ku hêj li kampên Başûr in: 200 hezar û yên ku ji Îraqê derketine jî 10 hezar in) 
 
* Kesên winda / agahî nîn in: 220
 
* Gorên komî: 87 (Yên ku hatine vekirin: 33)
 
* Jinên ku hatine rizgarkirin: 1 hezar û 184
 
* Mêrên ku hatine rizgarkirin: 337
 
* Êzidiyên ku vegeriyane Şengalê: 150 hezar 
 
Travma û êş berdewam dike 
 
Sûcên DAIŞ’ê yên li dijî civaka êzîdî li gorî mafên mirovan ên navnetewî jenosayîdek in (Konvansiyona Jenosayîd a 9’ê Kanûnê 1948, benda 2 binihêre). Ji aliyê çend saziyên siyasî yên civata navnetewî ya dewletan ve resmî wekî jenosîd jî hatin qebûlkirin. Di nava wan de Meclîsa Temsîlkaran û Wezareta Karên Derve yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, parlemena Ewropayê û parlemena Fransayê jî hene. Pêvajoyên derbarê cezakirina sûcdaran de gelek hêdî dimeşin. Her çend li gorî bendên 3 û 4 yên Konvansiyona Jenosayîd hewce ne jî. Tenê beşeke biçûk a berpirsiyarên jenosayîdê hatin darizandin û mehkûmkirin. Bicîneanîna edaletê travma û êşên berdewam ên ku Êzidî heta îro jiyan dikin, berdewam û girantir dike.
 
Xwe ji zinaran avêtin 
 
Di hemû komkujî û fermanan de herî zêde jin bûne qurbanî. Bi rêka asîmilekirin û qetilkirina jinan armanc ew e ku nasname, çand û baweriya civakê bê tunekirin. Fermana 3’yê Tabaxa 2014’an ya bi destê çeteyên DAIŞ’ê jî yek ji van mînakan e. Dema ku jin ketin nav destên DAIŞ’ê, piraniya caran hatine tecawizkirin, wekî dîl ew hatine firotin û bi zorê bi çetên îslamîst re hatine zewicandin. Ne tenê li ser jinan dext û zordestî hebû ku ewê li gorî quralên îslama radîkal tev bigerin; zarokên wan jî li gorî bîrdoziya DAIŞ’ê hatin perwerdekirin. Jinên ku li dijî emîrên çeteyan derketin bi zilm û zoreke gelek dijwar hatin cezakirin, carnan wisa hatin şehîdxistin. Her wiha bi dehan jinên êzidî ji bona ku nekevin destê çeteyên DAIŞ’ê demarên destê xwe qut kirin, xwe ji zinaran avêtin û dawî li jiyana xwe anîn, teslimiyet qebûl nekirin.
 
Jiyana li koçberiyê... 
 
Piştî fermana 74’an beşa ku herî zêde bûn qurbanî dîsa jin û zarok bûn. Ji cî û warên xwe koçber bûn; ev bi taybetî ji bo jinan jî gelekî bi êş e ji ber ku piraniya jinan gelek girêdayî warê xwe ne. Bi xizaniyê re rû bi rû hatine. Ji ber berpirsiyartiya jinan a rasterast a ji bo zarok û malbatên xwe, barê herî giran ê xizaniyê li ser milên wan dimîne. Bi salan di çadiran de di nav zehmetiyên rojane de hewldana jiyanê didin. Ji ber xerabûn û nebûna binesaziya navçe, gund û bajarê Şengalê dijîn, bi gelek pirsgirêkên tenduristî û civakî re rû bi rû dimînin. Weke pêwîstiyên esasîn ên jiyanê; ava paqij, elektrîk û amûrên xwedîkirina zarokan, gelek bi zehmetî tên peydakirin. Bi giranî nexweşînên psîkolojîk (halî nefsî) di piraniya jinan de xwe dide der. Jinên êzidî ku koçber bûne, li welatên biyanî, bi taybetî li kampên Başûrê Kurdistanê, ji bo her cure bêexlaqî û kiryarên dûrî çand û baweriya wan tên dehfdan.
 
Êzidî peyman qebûl nekirin 
 
Tebaxa 2014’an, bi hêzên ewlekariyê re îdariya siyasî a Şengalê jî ji herêmê vekişiya. Piştî vê, hemû hewldanên anîna rêveberiyeke guncav têk çûne û dema ku çêbûn, wan ji saziyeke ku bi rastî bikare kar bike zêdetir qalikekî resmî yê vala çêkirin. Xizmetên dewletê û karên avakirinê gelekî kêm dimînin. Gelek êzidî vekişîna hêzên askerî wekî xiyanet digirin dest. Lewma baweriya wan a bi dewletê winda bû, bi taybetî derbarê ewlekariyê û parastinê de. Piştî gelek nîqaşên li ser wê kî rêveberiya Şengalê bike, hikûmeta federal a Îraqê û ya başûrê Kurdistanê di roja 9’ê Cotmehê 2020 de li hev kirin: bi navbeynkariya UNAMÎ (Mîsyona alîkariyê a ji bo Îraqê ya Netewên Yekbûyî) ve, “Peymana Şengalê” çêbû. Lê belê piraniya beşên miletê Şengalê, vê peymanê qebûl nekirin û li ber xwe dan; ew gelek nerazîbûn, ji ber ku tu nêrîna wan derbarê vê mijarê de nehatiye girtin û ev peyman pêwîstiyên miletê Şengalê pêşwazî nedikir.
 
Êrişên hewayî yên dewleta Tirk
 
Piştî ku Şengalê ji hovîtiya DAIŞ’ê hatibû xelaskirin, meseleya ewlekariyê ya herî cidî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk bûne. Ev êrîş ji sala 2017’an ve tên meşandin. Ji bûyerên bi vî rengî du minakên bi êş wihan in; di bombebarana nexweşxanexa Sikêniyê ya ku 17’ê Tebaxa 2021’an hat kirin de 8 kesên nexweş û karkerên tenduristiyê hatin kuştin; û êrîşên balafirên bêmirov ên li ser Meclîsa Gel a Sinûnê û dukaneke kirtasiyê a nêzîkî wê, di encama van êrîşan de kurekî 12 salî bi navê Seleh Nasir û çalakvanê siyasî Îbrahîm Derwêş Evdî şehîd bûn. Bi saya van bûyeran jî, Dewleta Tirk konvansiyona (peymana) Cenevrê a li ser hiqûqa navnetewî şikand (konvansiyona Cenevrê IV, benda 18: parastina nexweşxaneyan binihêre) û li gorî Statuya Romayê ya Mahkemeya Ceza ya Navnetewî (di benda 8 §2 (b) i, ii, iv de heye) sûcên şer kiriye (lê belê Statuya Romayê ji aliyê dewleta Tirk ve heta niha nehatiye îmzekirin).
 
Avakirina TAJÊ 
 
Ji bo pêşîgirtina li qirkirinan û bersîvdayîna fermana 3’yê Tabaxa 2014’an, ango piştî Jenosaydê jinên êzidî xwe bi rêxistin kirin. Di sala 2015’an de destpêkê weke komeke jinan tevgeriyan, ji bona jin bi hêzkirin, îradekirin û perwerdekirin xebatên xwe dane destpêkirin. Piştî ku jin li hev kom bûn rêxistina xwe berfireh kirin. Di sala 2016’an de bi kongreyekê Tevgera Azadiya jinên Êzîdî ( TAJÊ ) ava kirin. 
 
1500 jin ji destê DAIŞ'ê hatin rizgarkirin 
 
TAJÊ li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo ya paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk û îdeolojiya azadiya Jin dimeşe. Wekheviya herdu zayendan demokrasiya di nav hemû gelan de û parastina xwezayê esas digire. TAJÊ herî zêde giringî didê xebatên rizgarkirina Jinên Êzîdî ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine dîlgirtin. Heta niha bi hevkariya QSD, Wezareta Jin a Bakûr Rojhilatê Sûrî, Mala Êzîdiyan li Bakûr Rojhilatê Surî û Tevna Alîkariya Jinên Êzîdî li Şengalê, derdora hezar û 500 jinên êzidî ji deste çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û radestî malbatên wan hatine kirin. 
 
TAJÊ komîteyên xwe ava kir 
 
Her wisa TAJÊ li dijî nêzîkbûnên cinsiyetperest têkoşîn dike. Li beranberî şîdeta ku di nava malbat, civak û kargehan de li dijî jinan pêş dikeve, ku jinê bê nasname, raman û vîn dibîne, derdikeve. Ji bo vê bi rêxistinên jinan ên Kurd, Ereb, Asûr, Suryan, Kildan û hwd. re pêwendî jî datîne. Ji bo meşandina karên jiyanî, TAJÊ nav xwe de komîteyan ava dike, mînak Komîteya Perwerde, Aborî, Çand û Huner, Tenduristî û Lihevhatin."