Êzdiyên Efrînê bi pêşengehekê salvegera fermanê bi bîr anîn

  • 13:54 3 Tebax 2022
  • Rojane
 
ŞEHBA - Bi dirûşma "Bi bîranîna fermana 3'ê Tebaxê berxwedaniya civaka êzdî wê dagirkeriyê tune bike" Êzidiyên Efrînê 8'emîn salvegera fermana 74'an bi pêşengehekê bi bîr anîn.
 
Bi dirûşma "Bi bîranîna fermana 3'ê Tebaxê berxwedana civaka êzdî wê dagirkeriyê tune bike" Êzdiyên Efrînê 8'emîn salvegera fermana 74'an bi pêşengehekê bi bîr anîn. Pêşengeh li hola navçeya Ehdas a kantona Şehbayê hat li dar xistin. Di pêşengehê de hemû êzdî, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Efrînê beşdar bûn. Hol bi wêneyên fermanên lu ser Şengahê û pekrewanan, alê yekîtiya êzdiyan hatibû xemilandin. Pêşengeh bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre mûm ji bo bîanîna fermanê hatin pêxistin, paşê Mele Zehrdîn dua xwend.
 
'Bi tunekirina êzdiyan dixwazin koka kurdan tune bikin' 
 
Hevseroka Yekîtiya Êzdiyên Efrînê Ayşe Sîdo ferman bi bîr anî û wiha got: "Em bi xêrhatina hemû mêvanên xwe dikin û silavên xwe ji vê derê ji şervanên azadiyê re rê dikin. Îro rojek bi êş e, ji fermana 74'an û heya niha a ku li Şengalê pêk hatiye berxwedana gelê me dewam dike û ti car serî ji dijmin re netewandiye. Ew ferman heya roja îro berdewam e bi rûreşiya dewletan jinên me bûn qurbanî û di sûkan de hatin firotan. Weke roja îro 7 hezar jinên me di komkujiyan re derbas bûn û rastî hemû hovîtiya çeteyan hatin. Dijminê mirovahiyê heya îro şerê me dike. Dixwazin bi tunekirina civaka êzdî koka kurdan tune bikin. Lê em weke êzdî me serî netewand û me berxwedanek mezin heya niha kiriye. Me xwe bi rêxistin kir û em bûn xwedî hêz û vîn êdî siyaseta wan a qirêj nikare me tune bike."
 
'Em ti car dev ji baweiya xwe bernadin'
 
Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzdî ya Rojava Suad Hiso bal kişand ser fermanên ku civaka êzdî pêre derbas bûne û wiha bi lêv kir: "Îro salvegera 8'emîn a fermana Şengalê ye, roja ku 12 hezar pêşmerge xwe ji Şengalê kişandin. Em hemû dizanin ku dema ev teror êrîş Musilê kir xwe li wê derê bi rêxistin kir. Hemû dewlet bûn yek ji bo bi taybet êzdiyan tune bikin. Ji ber ku kurdên resen in û koka xwe bernedane, her wiha parastina ola xwe kirine. Ji ber vê yekê di dîrokê de û heya niha dijmin êzdiyan di fermanan re derbas kirine. Hemû çavê dinyayê li ser Şengalê bû û her kesî temaşe dikir çawa gelê êzdî rastî fermanan tê lê her kes çavê xwe girt. Ji ber ku em kurd in û êzdî ne her kes xwe ker û lal kir û heya niha jî wisa ne. Lê em her tim bi israr in em ti car dev ji baweriya xwe bernadin."
 
Piştre daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Êziyên Efrînê Orîvan Menan ve hat xwendin. 
 
Daxiyanî wiha bû: 
 
"Di dîrokê de kurd bi giştî û kurdên êzdî bi taybet ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve û hêzên tarî yên zalim rastî fermanan hatine û bi qirkirinê re rû bi rû mane. Êzdiyên Şengalê li ser destê terorîsta DAIŞ'ê ji fermanê re derbas bûne. Di ser de jî dewleta tirk a dagirker ji neviyên împratoriya Osmaniyan ku çarsed salan herêm dagir kiriye , her wiha bûye sedema fermanan li dijî kêmnetewan û gelên herêmê, her wiha Ermenî jî di qirkirinê ya di sala 1915'an de derbas kiriye.
 
Her wiha rojane êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Şehbayê ber bi Şengalê ve bi riya balafirên bê mirov û hedefgirtina pêşengên civakê mîna Ş.Zekî Şengalî, Zeredeşt Şengalî, Seîd Hesen û Ferhad Dêrîk, her wiha hedefgirtina sivîlan li hember bêdengiya navnetewî dewam dike. Ev hemû sûcên dewleta tirk a dagirker li derveyî qanûn, perensîb û derveyî zagonên Neytewên Yekbûyî ye. Tevî ku bi dawîbûna DAIŞ'ê li Şengal û Rojava û avakirna Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Suriyê jî dewlet êriş dikin.
 
Ji ber vê yekê em li weke Yekîtiya Êzdiyan Efrînê û Yekîtiya Jinên Êzdî ya Rojava di vê salvegera bi êş de em daxwaz ji civaka navnetewî dikin, ku Rêveberiya me ya Xweser qebûl bikin û li hember binpêkirinên dewleta tirk bisekinin. Her wiha banga me ji hemû êzidiyan re heye ku bibin yek dest û li hember fermanan bisekinin."
 
Pêşengeh bi temaşekirna wêneyên fermana 74'an a Şengalê bi dawî bû.