Komeleya Jinê ya Rosayê: Qirkirina êzidiyan qirkirina kurdan e

  • 13:10 3 Tebax 2022
  • Rojane
 
AMED - Di 8'emîn salvegera komkujiya Şengalê de ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve pêk hat Komeleya Jinê ya Rosayê daxuyanî da. 
 
Di 8'emîn salvegera komkujiya Şengalê de ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve pêk hat Komeleya Jinê ya Rosayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin qirkirina êzidiyan qirkirina kurdan e. 
 
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di germa tebaxê de gelek êzidiyan di rêya koçberiyê de jiyana xwe ji dest dan, jinên êzidî li bazaran hatin firotin û ji ser vê wehşetê 8 sal derbas bû û cîhanê lê temaşe kir. 
 
Di berdewamiyê de hat ragihandin jinên êzidî tevî Tirkiyeyê li gelek welatî li ser înternetê wekî koleyên seksê dihatin firotin û hat gotin daxwaza edaletê ya êzidiyan hîn dewam dike û hat gotin ew hemû jinên hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin.